Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mezintirîn çeteya zarokbazîyê eşkere bûye

Hat weşandin tisdag 16 juli 2013 kl 10.59
Wêne: Anders Wiklund / Scanpix

Pedofîl, ango zarokbazekî 33 salî li Göteborg ji ber rêzeke tawanên hember zarokan bo şeş sal di zindanê de hate mehkûm kirin. Lê lêhûrnerîna derbarê tora navneteweyî bo zarokbazan ya ev 33 salîyê ji Göteborg di nav de bû her berdewam e. Ev tora tawankarîya hember zarokan diyare ji alîyê mêrekî din ve dihate bi rêve birin.

Bi rêya vê torê hejmareke berfireh ya pornografîya zarokan li ber destê dora 40 zarokbazî ji temamê cîhanê bûn. Ev kes nuha hatine naskirin û karê lênerîna materyal û alavên hene li dar e.

Karekî mezin û berfire ye, Jens Ahlstrand şefê beşê IT yê polîsê tawankarîyê dibêje ev karê herî mezin e di vî warî de li Swêdê:

-Me dora heft terrabyte materyal heye yê divê em bi hûrî lê binerin. Film têkêl bi wêneyan re. Eger mirov wekî wêne bi pîve dibe dora 35-36 milyon berhem û eger mirov wekî film bi pîve dibe dora 7000 saetî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".