Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelo SÄPO di nav kurdan de li muxbiran digere?

Hat weşandin tisdag 16 juli 2013 kl 15.55
"SÄPO dixwest em bibin muxbir"
(11 min)
Fotspår med text på
"SÄPO dixwest li dijî hin kurdên din em agahiyan bidine wan". Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio International

Rêxistina îstixbaratê ya polîsên Swêdê SÄPO bi salan di pey şopa me de bû û dixwest li dijî hin kurdên din em agahiyan bidine wan, ango muxbiriyê ji SÄPO re bikin.

Ji bo ku ev daxwaza SÄPO nepejirandine hin kes li Swêdê bi salan hatine şopandin, gef li wan hatine xwarin, astengî ji wan re hatine derxistin.

Em bi çend kesan re axivîne ku dibêjin zêdeyî deh salan îstixbarata Swêdê herdem di pey wan de bûye. Li du ciyên cuda li Swêdê em bi Adem û Metîn re axivîn û wan behsa serpêhatiyên xwe yên di vî warî de kirin.

- Carinan em çar kes me derengê şevê di malan de hev didît. Bi dizî me digot êvarê li filan malê em ê li hev rûnin. Roja din di navbera me her çar kesan de çi axavtin çêbûbû hemû ji me re digotin.

- Normal du polîsên îstixbaratê bûn. Ya tercuman jî swêdî bû lê bi tirkî zanîbû û bi xwe jî polîs bû.

Nêzîkê 15 salan rêxistina polîsê îstixbaratê ya Swêdê SÄPO di pey du kurdan de ye, bi şev û roj bi awayên cuda wan dişopîne. Em ê di vê raporê de ji bo van herdu kesan navên Adem û Metîn bi kar bînin.

 - Gelek caran polîsên sivîl li hewşa me, li devê deryê me bûn. Yanî 24 saetan em taqîb dikirin.

Şopandina SÄPO pişti hatina wan ya Swêdê ne bi gelekî dest pê dike. Muamele û metod welatê ku ew jê reviyane, Tirkî tîne bîra wan. Dîmenê ku ew ji Swêdê werdigrin ew e ku Swêd weke Tirkî ye û êdî bi çavê ku SÄPO jî MIT be lê dinêrin.

- Ji ber zehmetî û zordestiya sîstema Tirkî ku me nas kiribû, me digot qey Swêd jî wilo ye. Li hemberî polîsan em gelekî ditirsiyan.

Di dawiya salên 80î de şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê – PKKê û dewleta Tirkî gur bûye.

Hem Adem hem jî Metîn di vê demê de mîna gelek kurdên din welatê xwe terk dikin û tevî malbatên xwe ji bakurê Kurdistanê direvin û xwe digihînin Swêdê.

Li Kurdistanê ew ne endam yan kadroyên tu rêxistinên siyasî ne. Dema têne Swêdê jî ji bo Dezgeha Koçberiyê xwe weke piştgirên têkoşîna azadiya Kurdistanê didine nasandin û di nav salek-du salan de mafê penaberiyê distînin.

Lê li vir ew bi karên siyasî, kulturî re mijûl dibin û bi destpêkirina çalakiyên siyasî re bala rêxistina polîsê îstixbaratê SÄPO dikişînin ser xwe.

- Şopandinê ji 91ê dest pê kir û heta 2005ê dewam kir.

Hem Metîn hem jî Adem radigihînin ku di nav van salan de wan wilo hîs dikirin ku hemû tevgerên wan têne şopandin, hemû axavtinên wan têne guhdarîkirin.

- Gelek caran tiştê ku di malê de, mêvanên me yan hevalên me bihatana pê zanîbûn. Ez ketime wê baweriyê ku her dever di bin kontrola wan de ye.  

Şopandin û çavdêrî ji wan nayê xefkirin. Her heftî SÄPO gaziya wan dike û îfadeya wan distîne.

- Ne fermî gaziya me dikirin. Kaxez jî nedişiyandin. Digotin em îstixbarat in û eger hûn neyên em ê we bi zorê bînin.

Adem û Metîn didine zanîn ku di nav van salan de cezayê trafîkê jî di nav de tu caran ji bo bêqanûniyekê ew derneketin pêşberî dadgehekê û dozek li wan nehate vekirin.

Ê baş e wî wextî ev taqîb û çavdêrî ji bo çi bû? SÄPO çi ji wan dixwest?

- Ji min re vekirî digotin: ”hevalên te bi me re kar dikin. Gelek însanên me di nav we de hene, bi me re kar dikin tu çima kar nakî?”

- Digotin çima hûn diçine komelê, lê komele resmî bû, li gor qanûnê hatine avakirin. Digotin çima hûn diçine wê naçine komela din. Digot neçine şevan, neçine meşan, digotin ji me re bêjin bê kî tê û van tiştan organîze dike.

- Pirsên wan hemû jî li ser siyaset, kadro û xebata PKKê bû. Dosyayek derdixistin nîşanî me didan, belkî 50 resim tê de hebû. Sûretê hemû kadroyên hatine û çûne nîşanî me didan. Digotin ev kengî hatine, kengî çûne, li kû ne?

- Digotin gelek însan ji me re xeber didin, dibine hevalên me, ji bo ku tu naaxivî tu talîkeyî.

Û di hevdîtinan de ji bo ku ew bibin hevkarên SÄPO, agahiyên derheqê hevalên xwe de bidin gef li wan tên xwarin.

- Digotin eger hûn bi me re kar nekin em ê gelek astengiyan derxin ji we re. Em dikarin berdine we. Em dikarin nehêlin hûn bikevin karên resmî î hemwelatiya Swêdê bidine we.

- Bi psîkolojiya me dilîstin. Em diketine halekî ku em yan întixar bikin, yan em ji vê dewletê birevin, yan jî em ajantiyê bikin.

Di çavên Adem û Metîn de tenha cudahiyên SÄPO ji MITa Tirkî ew e ku SÄPO  li hember wan şidet û îşkenceya fizîkî bi kar nayînen. Wekî din rêbaz her yek in, û bi qasî ku ji bo wan diyar dibe SÄPO li hember tevgera azadiya kurd e.

Lewra ew biryar didin ku tu hevkariyê bi SÄPO re nekin.

Ji ber ku wan mafê penaberiyê standine ew nayêne dersînorkirin lê li hember vê helwesta wan ya ku naaxivin SÄPO astengiyên xwe û gefên ku kirine cîbicî dike.

- Min nikarîbû li deverekê kar bikim, zêde derkevime derveyî Swêdê.

- Sê caran min muraceata hemwelatîbûnê kir, lê red kirin.

- Heta nêzîkê 15 salan mafê hemwelatîbûnê nedane min.

Bi salan bi vî awayî rewş dewam dike û ev kesên ku SÄPO di pey wan de li çare û rêyên felatê digerin.

Çavdêrî, kontrol û şantaj ewqasî wan of dike ku di dawiyê de ew biryar didin ku bi vî şêweyî êdî hew debar dibe û dev ji hemû çalakiyên siyasî û kulturî berdidin.

- Nêzîkê şeş salan bi dev ji karê siyasetê, komeleyan, xebata di nav ciwan û malbatên kurdan de min terk kir. Ez hew diçûme şevan, meşan. 2003-2004 nû bela xwe ji min vekirin.

Piştî ku SÄPO dinêre ku Adem û Metîn destên xwe ji siyaseta kurdî şûştine û bi salan ew qet nêzîkê çalakiyeke kurdî nabin êdî çavdêriya li ser wan sist dike û hew daxwaza hevkariyê ji wan dike.

- Cara herî dawî gaziya min kirin gotin ev pênc sal in tu hew tiştekî dikî, lewra em ê welatîbûnê bidine te. Piştî wê bi 3-4 rojan kaxeza pejirandina welatîbûna Swêdê ji min re hat.

Erê îro hem Adem hem jî Metîn hemwelatiyên Swêdê ne û mîna berê nayêne şopandin, lê hîna jî ew hîs dikin ku kontrola li ser wan bi temamî nehatiye rakirin.

- Ez îro karê siyasî nakim. Niha bangî min nakin, lê ez di wê baweriyê de me ku heta îro jî telefonên min têne guhdarîkirin.

Têbînî: Îdiayên Adem û Metîn me weke pirs ji SÄPO kirine û di weşana sibê de di rapora duyem ya li ser vê mijarê de em pêşkêş dikin.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".