Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Yekîtîya karmendan, TCO:

“Swêd li gor yasayên Yekîtîya Ewrûpayê nake”

Hat weşandin tisdag 16 juli 2013 kl 16.00

Yekîtîya karmendên dewletî, TCO, Swêdê gunehbar dike ku bi ya dîrektîvên Yekîtîya Ewrûpayê nake ya derbarê parastina kardaran hember xirabbikaranîna kardanên demi, ango visstidsanställning.

Samuel Engblom, yasanasê herî bilind li TCO îro vê yekê di rûpela şîroveyê ya rojnameya Dagens Nyheter de dinivîsîne. Û nuha komîsyona YE kare Swêdê bikişîne dadgeha Yekîtîya Ewrûpayê.

Ew statistîka ku TCO amade kirîye diyar dike ku 11 % ji 1 125 kesên 18-65 salî yên di meha şeşan de ji wan hatine pirsîn dibêjin ku ew di pênc salan yan bêhtir jî wekî kardana demî kar kirine.

Engblom dinivîse ku ev tê bi wateya ku 65 000 swêdî bi kardana demi kar kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".