Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kevz dîsan di deryaya baltîk de dipişkive

Hat weşandin onsdag 17 juli 2013 kl 11.41
Wêne: Christer Elderud.

Careke din deryaya baltîk tûşî pişkirvîna kevza bijehrê dibe. Li gor, SMHI, enstîtûya metrolojîk û hîdrolojîk ya Swêdê pişkivîna wê vê salê zû dest pêkirîye û berfirehbûna herî mezin di nîva deryayê de ye, di navbera Gotland û Polonya de.

Nuha raporên nû hatine yên diyar dikin ku hem li çend deverên komgirava herêma Östergötalandê jî kevz peyda bûye.

Rewş xirabtir bûye herçend ku yên siyasetmedar soza kêmkirina berdana bermayîyê dabûn jî, li gor nerîna rêxistina xwezayê ya cîhanî. Lennart Gladh, pisporê deryaya baltîk li vê rêxistinê ji hikûmetê hêvîşikestî bûye:

-Eşkere ye ku asta daxwazê gelekê kêm bûye. Berîya demeke kurt me heftîya siyasî li Almedalen hebû û giranî yekcar nehate danîn ser vê pirsê. Swêd berîya nuha xwedan roleke serke bû di vê pirsê de, ango pirsa hevkarîya deryaya baltîk, lê wisa diyare ku daxwaz, hêz û asta calakîyê qels bûye.

   

   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".