Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelo SÄPO di nav kurdan de li muxbiran digere?

Hat weşandin onsdag 17 juli 2013 kl 14.30
"SÄPO doza muxbiriyê li min dikir"
(23 min)
Bildredigering med SÄPO kurdisk flagga och Jan Guillou
Li gor nivîskar Jan Guillou ji salên 80î ve îstixbarata Swêdê SÄPO di nav kurdan de li muxbiran digere û ev bû sebeba kuştina du kesan. Foto: Besir Kavak

"Rêxistina îstixbaratê ya polîsên Swêdê SÄPO bi salan di pey şopa me de bû û dixwest li dijî hin kurdên din em agahiyan bidine wan, ango muxbiriyê ji SÄPO re bikin.

Ji bo ku ev daxwaza SÄPO nepejirandine hin kes li Swêdê îdia dikin ku ew bi salan hatine şopandin, gef li wan hatine xwarin, astengî ji wan re hatine derxistin.

Em bi çend kesan re axivîne ku dibêjin zêdeyî deh salan îstixbarata Swêdê herdem di pey wan de bûye. Li du ciyên cuda li Swêdê em bi Adem û Metîn re axivîn û wan behsa serpêhatiyên xwe yên di vî warî de kirin.

- Carinan em çar kes me derengê şevê di malan de hev didît. Bi dizî me digot êvarê li filan malê em ê li hev rûnin. Roja din di navbera me her çar kesan de çi axavtin çêbûbû hemû ji me re digotin.

- Normal du polîsên îstixbaratê bûn. Ya tercuman jî swêdî bû lê bi tirkî zanîbû û bi xwe jî polîs bû.

Nêzîkê 15 salan rêxistina polîsê îstixbaratê ya Swêdê SÄPO di pey du kurdan de ye, bi şev û roj bi awayên cuda wan dişopîne. Em ê di vê raporê de ji bo van herdu kesan navên Adem û Metîn bi kar bînin.

- Gelek caran polîsên sivîl li hewşa me, li devê deryê me bûn. Yanî 24 saetan em taqîb dikirin.

Şopandina SÄPO pişti hatina wan ya Swêdê ne bi gelekî dest pê dike. Muamele û metod welatê ku ew jê reviyane, Tirkî tîne bîra wan. Dîmenê ku ew ji Swêdê werdigrin ew e ku Swêd weke Tirkî ye û êdî bi çavê ku SÄPO jî MIT be lê dinêrin.

- Ji ber zehmetî û zordestiya sîstema Tirkî ku me nas kiribû, me digot qey Swêd jî wilo ye. Li hemberî polîsan em gelekî ditirsiyan.

Di dawiya salên 80î de şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê – PKKê û dewleta Tirkî gur bûye.

Hem Adem hem jî Metîn di vê demê de mîna gelek kurdên din welatê xwe terk dikin û tevî malbatên xwe ji bakurê Kurdistanê direvin û xwe digihînin Swêdê.

Li Kurdistanê ew ne endam yan kadroyên tu rêxistinên siyasî ne. Dema têne Swêdê jî ji bo Dezgeha Koçberiyê xwe weke piştgirên têkoşîna azadiya Kurdistanê didine nasandin û di nav salek-du salan de mafê penaberiyê distînin.

Lê li vir ew bi karên siyasî, kulturî re mijûl dibin û bi destpêkirina çalakiyên siyasî re bala rêxistina polîsê îstixbaratê SÄPO dikişînin ser xwe.

- Şopandinê ji 91ê dest pê kir û heta 2005ê dewam kir.

Hem Metîn hem jî Adem radigihînin ku di nav van salan de wan wilo hîs dikirin ku hemû tevgerên wan têne şopandin, hemû axavtinên wan têne guhdarîkirin.

- Gelek caran tiştê ku di malê de, mêvanên me yan hevalên me bihatana pê zanîbûn. Ez ketime wê baweriyê ku her dever di bin kontrola wan de ye.

Şopandin û çavdêrî ji wan nayê xefkirin. Her heftî SÄPO gaziya wan dike û îfadeya wan distîne.

- Ne fermî gaziya me dikirin. Kaxez jî nedişiyandin. Digotin em îstixbarat in û eger hûn neyên em ê we bi zorê bînin.

Adem û Metîn didine zanîn ku di nav van salan de cezayê trafîkê jî di nav de tu caran ji bo bêqanûniyekê ew derneketin pêşberî dadgehekê û dozek li wan nehate vekirin.

Ê baş e wî wextî ev taqîb û çavdêrî ji bo çi bû? SÄPO çi ji wan dixwest?

- Ji min re vekirî digotin: ”hevalên te bi me re kar dikin. Gelek însanên me di nav we de hene, bi me re kar dikin tu çima kar nakî?”

- Digotin çima hûn diçine komelê, lê komele resmî bû, li gor qanûnê hatine avakirin. Digotin çima hûn diçine wê naçine komela din. Digot neçine şevan, neçine meşan, digotin ji me re bêjin bê kî tê û van tiştan organîze dike.

- Pirsên wan hemû jî li ser siyaset, kadro û xebata PKKê bû. Dosyayek derdixistin nîşanî me didan, belkî 50 resim tê de hebû. Sûretê hemû kadroyên hatine û çûne nîşanî me didan. Digotin ev kengî hatine, kengî çûne, li kû ne?

- Digotin gelek însan ji me re xeber didin, dibine hevalên me, ji bo ku tu naaxivî tu talîkeyî.

Û di hevdîtinan de ji bo ku ew bibin hevkarên SÄPO, agahiyên derheqê hevalên xwe de bidin gef li wan tên xwarin.

- Digotin eger hûn bi me re kar nekin em ê gelek astengiyan derxin ji we re. Em dikarin berdine we. Em dikarin nehêlin hûn bikevin karên resmî î hemwelatiya Swêdê bidine we.

- Bi psîkolojiya me dilîstin. Em diketine halekî ku em yan întixar bikin, yan em ji vê dewletê birevin, yan jî em ajantiyê bikin.

Di çavên Adem û Metîn de tenha cudahiyên SÄPO ji MITa Tirkî ew e ku SÄPO li hember wan şidet û îşkenceya fizîkî bi kar nayînen. Wekî din rêbaz her yek in, û bi qasî ku ji bo wan diyar dibe SÄPO li hember tevgera azadiya kurd e.

Lewra ew biryar didin ku tu hevkariyê bi SÄPO re nekin.

Ji ber ku wan mafê penaberiyê standine ew nayêne dersînorkirin lê li hember vê helwesta wan ya ku naaxivin SÄPO astengiyên xwe û gefên ku kirine cîbicî dike.

- Min nikarîbû li deverekê kar bikim, zêde derkevime derveyî Swêdê.

- Sê caran min muraceata hemwelatîbûnê kir, lê red kirin.

- Heta nêzîkê 15 salan mafê hemwelatîbûnê nedane min.

Bi salan bi vî awayî rewş dewam dike û ev kesên ku SÄPO di pey wan de li çare û rêyên felatê digerin.

Çavdêrî, kontrol û şantaj ewqasî wan of dike ku di dawiyê de ew biryar didin ku bi vî şêweyî êdî hew debar dibe û dev ji hemû çalakiyên siyasî û kulturî berdidin.

- Nêzîkê şeş salan bi dev ji karê siyasetê, komeleyan, xebata di nav ciwan û malbatên kurdan de min terk kir. Ez hew diçûme şevan, meşan. 2003-2004 nû bela xwe ji min vekirin.

Piştî ku SÄPO dinêre ku Adem û Metîn destên xwe ji siyaseta kurdî şûştine û bi salan ew qet nêzîkê çalakiyeke kurdî nabin êdî çavdêriya li ser wan sist dike û hew daxwaza hevkariyê ji wan dike.

- Cara herî dawî gaziya min kirin gotin ev pênc sal in tu hew tiştekî dikî, lewra em ê welatîbûnê bidine te. Piştî wê bi 3-4 rojan kaxeza pejirandina welatîbûna Swêdê ji min re hat.

Erê îro hem Adem hem jî Metîn hemwelatiyên Swêdê ne û mîna berê nayêne şopandin, lê hîna jî ew hîs dikin ku kontrola li ser wan bi temamî nehatiye rakirin.

- Ez îro karê siyasî nakim. Niha bangî min nakin, lê ez di wê baweriyê de me ku heta îro jî telefonên min têne guhdarîkirin.

Me ev îdia berhev kirin û ji SÄPO pirsî bê ew li ser van îdiayan çi dibêjin. Wan nexwestin deng bê tomarkirin, lê li ser navê îstixbarata polîsan sekreterê çapemeniyê yê rêxistinê Fredrik Nilsson bersiveke nivîskî ji me re şandiye. Sekreterê çapemeniyê yê SÄPO wiha nivîsandiye:

Rêxistina îstixbaratê ya polîsan elaqê xwe jê nayêne bê nêrîn û bîrûabaweriyên xelkê yên siyasî çi ne yan bê eslê wan yê etnîkî çi ye. Dema şika sûckirinê hebe hingî kes yan tevger me elaqedar dikin, yan jî em wan dişopînin.

Ev bersiva SÄPO ye. Wek ku hate bihîstin di nivîsa xwe de SÄPO qet bersiva pirsên derbarê metodên jêpirsînê de nake.

Lê kesên ku me ji wan re gotibû Adem û Metin di bernameyeke berfireh de behs kiribûn bê SÄPO çawa bi salan ew taqîb kiriye û bê çi ji wan hatiye xwestin.

Kesekî ku ji zûde karê îstixbarata Swêdê ji nêzîk ve şopandiye nivîskarê Swêdê Jan Guillou ye. Li gor Guillou SÄPO ji destpêka salên 1980î ve di nav kurdên Swêdê de ji xwe re li muxbiran digere û heman lêgerîna SÄPO îro bi awayekî berfirehtir dewam dike. Jan Guillou dibêje:

Hin kêmneteweyên ku xebata siyasî dikirin û SÄPO ew weke xeter didîtin hebûn. Yek ji metodên SÄPO ku agahiyan ji hundirê van koman wergire muxbir û ajanên navxweyî bûn û SÄPO di salên 80î de bi kurdan dest bi peydakirina muxbirên di nav komên penaber de kir.

Adem û Metîn ku me hevpeyvîn bi wan re kiriye bi berfirehî behs dikin bê ji bo ku ew bi SÄPO re "hevkariyê" bikin welatîbûn û dersînorkirin çawa weke şantaj li hember wan hatiye bikaranîn. Derheqê van îdiayan de jî SÄPO ev bersiv ji me re şandiye.

Rêxistina îstixbaratê ya polîsan tu caran di pirsên biyanî yan ewlekariyê de biryaran nade. Di meseleyên ewlekariyê de wezîfa SÄPO ew e ku binirxîne bê kesek dikare ji bo ewlekariyê xeter be.

Di piraktîkê de wiha dibe. Derheqê destûra rûniştinê û hemwelatîbûnê de eger em kesekî weke xetera ewleyî bibînin em bîrûbaweriya xwe diyar dikin. Pirsên ewleyiyê ji bo pêşlêgirtin û astengkirina terorîzm û çalakiyên din yên ji bo ewleyiyê talûke, di xebata rêxistina îstixbarata polîsan de alaveke ku tê bikaranîne.

Di vê bersiva nivîskî de jî SÄPO behsa îdiayên bê ew dersînorkirin û hemwelatîbûnê weke şantaj bi kar tînin nake. Lê Jan Guillou dibêje ku ew bi raporeke SÄPO ya ku berya kuştina Olof Palme ketiye destê wî de pê hesiyaye ku îstixbarata Swêdê di nav kurdan de li muxbiran digere û ew bi nimûneyekê metodên jêpirsînê yên SÄPO rave dike. 

Berya ku em li mînaka Guillou guhdarî bikin ez dixwazim nuqteyekê zelal bikim. Haya Guillou ji hevpeyvînên me yên bi Adem û Metîn re nîne.

Û niha em guhê xwe bidine Jan Guillou:

Em ferz bikin ku kurdekî siyasî, mehkûm bi navê Ahmed tê Swêdê û doza penaberiya siyasî dike. Mesele dibêje ”ez ji nav PKKê reviyame û gelek tiştan dizanim”. Ji bo standina mafê penaberiyê heta jê tê xwe di siyasetê de mîna kesekî pêşeng nîşan dide. Di destpêkê de tu problem nîne ji ber karmendê ku pêşî îfada wî digre xebatkarekî dezgeha koçê ye. Lê piştre polîsekî nû ji SÄPO ku ev agahî xwendine doza jêpirsîneke nû dike. Û ew dest bi şantajan dikin, dibêjin:

Ahmed, em dibînin ku jin û sê zarokên te li Diyarbekirê ne. Gelo tu dixwazî ew werine vir? Ê helbet Ahmed dixwaze bigihe malbata xwe.

Wê demê SÄPO dibêjiyê : Ji ber tecrûbeyên te yên salan gerek tu zanibî bê çi bendewariyên me weke berdêla anîna zarokên te ji te hene. Em dikarin jin û zarokên te bi hêsanî bînin. Lê na eger tu bi me re kar nekî, em wan nayênin û dikarin berdine te jî. Îcar tu çi hildibijêrî? Mafê penaberiyê ji bo xwe û malbata xwe yan Hepsa Diyarbekirê ?

Ev mînaka Jan Guillou bû.

Adem û Metin ku me hevpeyvîn bi wan re kiribû ne weke kadroyên PKKê hatibûne Swêdê û çaxê têne Swêdê tevî malbatên xwe tên. Wekî din teklîf, uslûb û astengiyên ku ji wan re hatine derxistin pir dişibin nimûneya Jan Guillou ku bi navê Ahmed dide.

Jan Guillou dibêje gelek kurdên ku ji welatê xwe mehkûm û firar dibûn û direviyane Swêdê pir bêçare bûn û hin kesan ev daxwaza SÄPO mecbûr qebûl dikirin, lê li gor Guillou vêya gelek xeter jî bi xwe re tanîn. Yek ji ber ku muxbirî ne bi dilxwazî dihate kirin û lewra gelek neweyî jê derdiketin. Xetera duyem û giran ew bû ku ev agahî li cem îstixbarata Swêdê tenê nediman. SÄPO û MITa Tirkî agahiyên îstixbaratî bi hev re parve dikirin. Û xeterên vê li Swêdê jî derketin holê.

Di havîna 1984ê de li bajarê Uppsala Enver Ata û salek paşê Çetin Gungör li Stockholmê hatine kuştin. Herdu jî endamên berê yên PKKê bûn, dev ji rêxistina xwe berdabûn û ji bo kuştina wan PKK hatibû gunehbarkirin.

Jan Guillou dibêje SÄPO du rê dabûne ber van herdu kesên ku hem ji Tirkî mehkûm bûn hem jî dev ji PKK berdabûn. Şertê SÄPO ev bû: Yan wan dê hevkarî  bikirana, ango agahî bidana yan jî ew ê bihatana dersînorkirin û hepsa Diyarbekirê bidana ber çavên xwe. Û Guillou gihaye wê encamê ku van herdu kesan şert û mercên SÄPO yên ji bo mana Swêdê qebûl kiribûn û ev bû sebeba kuştina wan.

Kuştinên siyasî yên ku PKKê li Swêdê kirin li hemberî muxbirên SÄPO bûn. Raya mirov li ser vêya çi dibe bila bibe sebebeke kuştina muxbiran heye û mentiqî ye, ji ber ku muxbir ji bo kêmayîyan xeter in.

Belê, Jan Guillou îdia dike ku rêxistina îstixbarata Swêdê bi îstixbarata Tirkî re agahî parve dikirin. Derheqê hevkariya navnetewî de di rapora SÄPO ya sala 2012ê de wiha tê nivîsandin:

Hevkariyeke berfireh ya Säpo bi rêxistinên ewleyî û îstixbaratî yên welatên din re heye. Ev hevkarî bi taybetî li hember têkoşîn û astengkirina terorîzmê ye.

Li gor gotina Adem û Metîn ji bo ku ew agahiyan bidin heta sala 2005ê jî SÄPO bi awayekî çalak bi di pey wan de bûye. Piştî ku bi salan wan dev ji siyasetê berdan û elaqê xwe hew ji tiştekî anîn ew rehet hatine hiştin.  

Lê Jan Guillou dibêje bi giştî SÄPO dev ji van hewldanên xwe bernedaye, berovajî wê îro hejmara komên ku dişopîne zêde kiriye.

Hejmara polîsê îstixbarata Swêdê îro ducar li yên gava ku Palme hate kuştin e. Nîvê xebata SÄPO îro li ser ”terorîzma islamî” ye. Yanî mîna ku hemû endamên SÄPO yên wî çaxî îro li Stocholmê tenê li komên misilman bigerin.

Bi hilweşîna Sovyetê û bi dawîbûna şerê sar re ew tehdîta berê nîne. Lê niha li cîhanê gelek misilmanên kêm-zêde xeter hene ku divê em bikevine pey wan de. Û tecrûbeya ku me ji kurdan girtî heye. Ji ber ku pêşhikmiyên me yên li ser terorîzma islamî bi kurdan dest pê kirin.

Yanî hewldanên bi vî awayî meztir bûne. Li hember terorîzma islamî li Swêdê dezgeheke me ya şahane heye, rêxistin, qanûn, pere û îmkanên me hene. Tenê tişta ji me kêm terorîst in.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".