Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Klûba AIK xwe sûcdar nabîne

Hat weşandin onsdag 17 juli 2013 kl 14.23
Wêne: Radyoya Swêdê

Dema klûba fotbolê AIK 12 milyon kron ji şirketa ewleyîyê ya gûmana sextekarîyê jê dibe, Skyddsteknik, wergirt beşekî mezin ji wan pereyan çû bo kontoya şirketeke din li Luxumburg. Kanala P4 radio Stockolm ya rayoya Swêdê piştî lêkolîneke berfireh ev yeka eşkere kir.

Li gor polîsê pirsê fînan û aborîyê ev kare derbarê şûştina pereyan be dema pereyekî mezin di demke kurt ji kontoyekê bar dibe kontoyeke din. Lê kluba AIK bi xwe dibêje ku tu peyman bi şirketa Skyddsteknik re girê nedabûn, lê bi şirkete din re ya bi navê Laccord.

Laccord dê kirîna lîstikvanekî fînse kiriba bi pênc milyonî, lê di şûnê de AIK di barkirineke pêşî de 10 milyon wergirt û di şûna ji Laccord re bê ji şirketa Skyddsteknik ve çû. Û yê ji ber ma, ango pênc milyon li wan venegerîya lê çûn kontoya Laccord li Luxumburg.

Serokê komîteya AIK, Per Hägerö wê demê di 2009 de ne çalak bû di komîteya birêvebir de. Li gor agahdarîyën geheştine wî ew pêncê mayî derbarê deynekî bûn:

-Nîva wan derbarê deynekî bûn. Û piştre ev deyin bo kesê sereke di vê meselê de hate şandin. Ez bi xwe tu sebebî bo gûman û texmînên din nabînim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".