Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bankeyên mezin qezencên bi milyaran rapor dikin

Hat weşandin onsdag 17 juli 2013 kl 16.10

Her çar bankeyên mezin nuha raporên xwe yên sêmehî pêşkêş kirine û her çar her berdewamin û bi miyaran qezencan rapor dikin. Doh SEB encamên xwe yên bi hêz pêşkêş kir, di hinirê sê mehên duem yên vê salê de 4,8 milyar kron qezenc kiriye.

Swedbank bi 4,4 milyar kron qezencên xwe rapor dike, ev dike 3 % bêhtir ji danberhev bi heman demê re sala par.

Handelsbanken rapor dike ku ew bi 4,723 milyon kronî qezenc kirîye di sê mehên duem de yên vê salê de. Qezenca wan piçekî kêmtir ji ya heman demê sala par.

Bankeya herî mezin ya welatên bakûrî, Nordea, di sêmehên duem yên vê salê de encama xwe pêşkêş kir ya bi 9,1 milyar kronî bû û ev ne li gor texmînên analîzvanan bû yên bawer dikirin ku dê kêmtir be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".