Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xwê zêde ye di xwarinên swêdî de

Hat weşandin torsdag 18 juli 2013 kl 10.40
Wêne: Scanpix Montage: Sveriges Radio

Rêxistina serfkaran ya Stockholmê û dezgeha xwardemenîyê, Livsmedelsverket, daxwaza stratêjîyeke neteweyî dikin bo kêmkirina xwê di xwarinê de. Swêdî ducar li pêwîstîya laşî xwê dixwin û ev metirsîyeke mezin e, ji ber ku xwê kare dexta xwînê bilind bike û bi wê re jî metirsîya sekteya dilî û xwîndawerivîna mejîyî saz bike.

Gelek berhemenên xwarinê yên di firoşgeh û dukanan de tên firotin bi xwêyeke zêde ne û nisbeta xwê di xwarina bi lez de piranîya caran gelekî bilind e. Ev yeka dihêle amojgarîya ji dezgeha xwardemenîyê ya dibêje baş e mirov 5-6 gram, ango kevçiyekî biçûk xwê rojane bixwe bi zehmet bibe.

Anette Jansson, pispora xwarinê li dezgeha xwardemenîyê dibîne ku yên siyasetmedar vê pirsê danayinin li pêş:

-Em bi pêwîstîya erk û wezîfeyeke zelaltirin di warê pirsa xwê de, li gor bawerîya min zelalkirina vê pirsê dê baş be. Li welatên din bi vî awayî kirine. Gava wan nisbeta xwê di xwarinê de kêm kirin dikirin dibû pirseke li ser asta siyasî.

Wê demê mirov kare wisa bike ku warê endustrîyê bi leztir karê di vî warî de nîşan bide danberhev bi wê re eger tenê bibe diyalogek di navbera dezgehan û warê endustrîyê de.

Wezîrê gund û derbajaran Eskil Erlandsson, yê berpirsiyarê vî warî ye hevfikire bi Jansson re ku ev astengîyeke mezin e. Li gor wî pirsa xwê gelekî giring e lê wan hilbijartîye ku ne bi yasadanînê lê bi diyaloga li gel warê xwarinê vê pirsê çareser bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".