Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs dixwaze parsekîyê qedexe bike

Hat weşandin torsdag 18 juli 2013 kl 15.10
Wêne: Leif R Jansson/Scanpix.

Polîsê Bollnäs û Söderhamn ji her du şaredarîyan xwestine ku qaydeyên nîzamê yên herêmî deynin bi armanca qedexekirina parsekîya pereyan, ev li gor ragihandinên beşê Gävledala ya telefizyona Swêdê.

Polîs Gävleborg nameyek nivîsandîye û tê de dibêje ku hoyên bi hêz hene yên dihêlin mirov têkeve bawerîya ku tawankarîya organizekirî girêdayî parsekîya li ser cade û kolana ye.

Polîs dixwaze hemû awayên komkirina pereyan yên bê destûr dibin qedexe bikem herweha ew ya bi rêya muzîklêdana li ser cadeyan jî dema yê muzîkjen pereyan ji guhdaran werdigire.

Pirsa derbarê guherîna yasayê di vî warî de dê di dawîya vê havînê di civîna birêvebirîya şaredarîyê de bên şîrove kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".