Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bergirî nîne hember vîrusa nû ya çûkan

Hat weşandin fredag 19 juli 2013 kl 10.30
Wêne: AP Photo.

Vîruseke nû ya enfluensayê bi navê H7N9 ku li Çînê hatîye peyda kirin nîşanên endîşedêr diyar dike, bi texmîna ku di temamê cîhanê de kare belav bibe. Lêkolîneke nû zelal dike ku ev vîrus bêhtir xwe li gor rêyên nefesa mirovan guncandîye û ku em mirov hember vê vîrusê danberhev bi vîrusên enfluensayê yên din re yekcar bê bergirî û parastina laşî ne.

Annika Linde, serpizîşk e li enstîtûya parastina vegirtinê.

-Ev vîrus karîger e û ev faktoreke nêgatîv û nebaş e, ew nû ye bo mirovahîyê. Li testên hejmareke mezin ya mirovan hatîye nerîn û wisa diyar bû ku ta nuha kesek berîya nuha bi vê vîrusê neketîye.

Serpizîşk, Annika Linde dibêje ev yeka tê bi wateya temamê cîhanê kare pê bikeve eger bi dirustî belav bibe.

Di buharê de ev vîrus hate peyda kirin û ta nuha 132 kes pê ketine û 43 kes ji wan ji ber wê mirine. Di halê hazir de lêkolînên mezin û bi lez derbarê wê tên kirin û encamên ta nuha diyar bûne bi tirsin.

Ta nuha wisa diyare ku tenê bi rêya çûkan ev vîrus tên belav kirin, tên texmîn kirin ku di bazarên mezin yên çûkan li Çînê belav bûye.  Nuha ew bazar hatine girtin û di vê dema dawî de rewşên vegirtinê yên nû nehatine rapor kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".