Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd naxwaze hêza xwe bişîne girikên Colanê

Hat weşandin fredag 19 juli 2013 kl 11.49
Wêne: Menahem Kahana/Scanpix.

Swêd dibeja na bo beşdarbûna di hêza Neteweyên Yekgirtî de ya dê çavdêrîya herêma girikên Colanê bike. Sebeba nebeşdarbûnê li gor hêza swêdî, ku ev pirseke tevlîhev û asê ye û di halê hazir de bi metirsî ye danberhev bi dema ku ev mandat û wezîfe hate danîn re.

Sebebekî din ew e ku mandata NY ji alîyê pirsa biçekkirinê xwedan sînorên taybetî ye. Brandt-Hansen ji beşê çapemenî yê wezareta karûbarê derve ji bîroya rojnameyan ya nûçeyan, TT, re dibêje ku Swêd nikare wan cîhaz û alavên bo ewleyîya leşkeran re pêrwîst e bişîne.

Li gor ragihandinên rojnameya Svenska Dagbladet, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-Moon, ji Swêd rece kir ku leşkerên xwe bo herêma girikên Colanê li Sûrîyê bişîne lê Swêd daxwaza wî qebûl nekir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".