Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs xwediyê kontoya Twitterê tesbît nake.

Hat weşandin fredag 19 juli 2013 kl 17.30
Femåring
(4:28 min)

Keçeke pênc salî bi eslê xwe ji Somalî li ber golekê mirî tê dîtin. Kesek di Twitterê dinivîse: ”Êdî çi bûye yanî? Somaliyek ji Swêdê kêm bû… Ooox.”

Polîs dibêje em nikarin xwediyê kontoyê peyda bikin û lewra doz hatiye daxistin. Lê gelo peydakirina xwediyê kontoyeke Twitter yan Facebookê ewqas zehmet e?

 -                 Tişta hatî nivîsandin bi xwe sûc e, li hember grûpeke xelkê tehrîk e. Lê yek ji sedemên ku doz tê betalkirin ew e ku server li herêma San Fransisco li Amerîka ye û lewra em nikarin zanyariyên derheqê kesê ev peyam nivîsandî yan adresa internetê ango (IP-adresa) ku ev peyam jê hatiye nivîsandin peyda bikin. Yanî ji bo ku doz bê meşandin divê gumanbarek bê eşkerekirin û ew nikare bê kifşkirin.

Ev gotinên polîs Bernt Zarnowiezki (sarnovjeski) ne ji joura krîmînolojiya Göteborg.

Di destpêka tîrmehê de keçeke pênc salî ku bi eslê xwe ji Somalî bû li ber golekê mirî hate dîtin. Polîs dibêje guman hene ku keçik hatibe kuştin. Rojnameyekê ev nûçe belav kiribû û kesekî jî peyameke wiha di Twitterê de nivîsandibû:

”Êdî çi bûye yanî! Somaliyek ji Swêdê kêm bû… Ox.”

Hinekan giliyê vî kesî kiribûn ku ew li hember mirina keçeke pênc salî peyamên kêfxweşiyê belav dike. Yek ji wan kesên ku gilî kiribû Mahmud Salad yê ji Göteborg e. Daxistina dozê ew xemgîn kiriye û bi raya wî polîs meselê paşguh dike.

Polîs bi xwe dibêje wan li gilînameyê meyzandine, lê hin tecrûbeyên wan yên di vî warî de hene. Mirov nikare xwediyê kontoyeke Twitterê peyda bike ji ber ku serverên Twitterê ne li Swêdê ne.

Bernt Zarnowiezki dîsa:

- Herçend peyama hatî nivîsandin rûmetşikên be jî tu maneya ku em pey bikevin nîne, ji ber ku em ê nikaribin kesê gumanbar tesbît bikin.

Li ser pirsa bê tesbîtkirina wî qet nemumkun e Zarnowiezki dibêje.

-                 Tiştek ne ji %100 e, lê tecrûbeyên me vêya nîşan didin.

Bes dema ku em ji Radyoya Navnetewî ya Swêdê lê digerin di nav çend deqeyan de em dibînin bê xwediyê vê kontoyê kî ye, çend salî ye, li kû dijî û em nav û adresa wî dibînin. Lewra îdiayên polîs ku ew nikarin xwediyê kontoyeke Twitterê peyda bikin li Mahamud Salad ecêb tê û lewra wî daxistina dozê îtiraz kiriye.

-         Ya ecêb ew e ku dibêjin agahî di destên me de nînin, em nizanin ew kî ye. Lê eger ew bi xwe bikevine Twitterê de û li vî kesî bigerin wê bibînin bê ew kî ye. Loma ez meraq dikim bê çima polîsek vêya nake, lê berê meselê didine derveyî Swêdê.

Bes xuya ye haya polîs ji van agahiyan nîne. Bernt Zarowiezki dibêje wî ew agahî nedîtine. Wan li gilînameyê meyzandine bê çi hatiye nivîsandin. Lê li kontoya Twitterê nehatiyê nêrîn.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".