Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qedexekirina tekerên mîxkirî li bêhtir cadeyan nayê danîn

Hat weşandin fredag 19 juli 2013 kl 11.57
Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Şaredarîya Stockholmê naxwaze teker yan tayerên mîxkirî li bêhtir cadeyan qedexe bike. Ev yeka tê bi wateya ku bicîkirina merca Yekîtîya Ewrûpayê bo baştirkirina kvalîteya hewayê dê bi zehmet bibe û wê demê Swêdê kare cezeyên giran werbirgire.

Birêvebirîya parêzgeha Stockholmê dixwaze tekerên mîxkirî li du cadeyên din jî qedexe bike lê şaredarî qebûl nake. Di şûnê de şaredarî dixwaze bikaranîna van tekeran bi pere bike.

Lê şaredarî bi serê xwe nikare biryarî vê yekê bide. Tenê parlaman û hikûmet karin derbarê vê pirsê biryarekê werbirgirin û ew jî dê salek ta salek û nîv dirêj bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".