Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rexne li yasaya krîna cins ya swêdî dibe

Hat weşandin fredag 19 juli 2013 kl 14.40
Wêne: Unicef Ukraine/Scanpix

Îro, di gelek deverên cîhanê de ew kesên karê laşfiroşîyê dikin derketine xwepêşandanên hember şidetê û yasaya swêdî ya derbarê kirîna seks, ango cins. Rêxistina ewrûpayî ya bo mafê karkerên warê laşfiroşîyê bi vê însyatîfê rabûye û sebebê sereke bo vê însyatîfê kuştina jineke swêdî ye ya laşfiroşî dikir û ya li gor vê rêxistinê ji alîyê dezgehên swêdî ve piştgîrîyeke têr wernegirti.

Pye Jakobsson, kordînator li rêxistina Rose Allians, ya karkerên warê laşfiroşîyê li Swêdê dibîne ku yasaya kirîna cins dive nemîne û kirîna cins bi xwe divê yasayî bibe.

Li wan kesên laşfiroşîyê dikin wekî qurban tên nerîn û nerîna civakê li wan dihêle ku tuşî şidet û lêdanê bibin, hem ji alîyê mişterîyan ve û hem di rewşên din de jî:

-Yasaya kirîna cins peyamekê diyar dike, ku laşfiroşî nayê qebûlkirin, lê ji bilî wê ew herweha sîgnalan dide ku her kesê vî karî dike qurban e. Em ne tenê behsa şideta fîzîkî dikin, ew herweha tên aciz kirin û biçûkkirin û ev hemû li gor nerîna min, Pye Jakobsson dibêje zêde bûye.

Ji 1999 de li Swêdê kirîna cins yan jî xizmetên cinsî qedexe ye û wekî tawan hesab dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".