Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ava piranîya ciyên avjenîyê paqijtir bûye

Hat weşandin fredag 19 juli 2013 kl 16.30
Wêne: Scanpix

Ava ciyên avjenîyê li Swêdê paqijtir bûye. Ava avjenîyê nuha danberhev bi salên berê re paqijtir e. Hema hemû ciyên avjenîyê, dora 94 %, vê salê ji alîyê testên enstîtûya parastina vegirtinê, smittskyddsinstitutet, ve hatine qebûl kirin û ava wan ji dema pîvan di 1996 de dest pêkirine wisa paqij nebûye.

Linda Trönnberg, mikrobyoloj e li enstîtûya parastina vegirtinê û ew dibêje zelalkirina vê guherînê kare ew be ku baran gelekî nebarîye:

-Eger gelek baran bê wê demê borîyên avê nikarin xwe li ber barana zêde bigirin. Wê demê jî ava rojane û herweha ya karêzê karin kom bibin. Û di wê rewşê de ava nepak yekser derbasî gol û deryayê dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".