Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Duemîn salvegera êrîşa li Utöya tê bi bîranîn

Hat weşandin måndag 22 juli 2013 kl 10.29
Duemîn salvegera êrîşa li Utöya
(5:34 min)
Wêne: Vegard Grøtt/Scanpix û Jenny Sanner Roosqvist/Sveriges Radio.

Wekî îro berîya du salan 69 kes di êrîşa teroristî de li Utöya li Norwêcê hatin kuştin, ev trajêdî ne tenê Norwêc lê temamê cîhanê xiste şokê de. Îro li gelek deverên Swêdê trajêdîya ku li Utöyayê bû tê bi bîranîn û pirsa ewleyîyê piştî bûyera li Utöyayê ba yekîtîya ciwanên Sosyaldemokrat, SSU, bi hêztir bûye.

-Sekretera yekîtîya ciwanên Sosyaldemokrat, SSU, Ellinor Eriksson dibêje bêgûman me bêhtir hizra pirsa ewleyîyê kirîye hem ji ber ewleyîya bingehîn û hem jî ji ber serpêhatîyên berê.

Em divê ewleyîya endamên xwe yên beşdarî çalakîyên me dibin misoger bikin û ew divê xwe ewle hîs bikin di nav me de. Ev awayekî nerînê yê nû ye ba me, me wiqasî hizra van pirsa nedikir berîya êrîşa ku li Utöya rûda. 

Wekî îro berîya du salan bû, di 22 meha heftan de 2011 dema Anders Behring Breivik 69 kes li girava Utöyayê kuşt. Piranîya wan genc bûn û li wê derê beşdarî kampeke havînî ya rêxistina ciwanên partîya norwêcî Arbeiderpartiet bûn.

Û li paytexta Norwêcê, Oslo, tenê çend saet berîya êrîşa li Utöya, 8 kes di êrîşîşeke bombteqînê di herêma avahîya hikûmetê de hatin kuştin. Ev her du bûyerên trajedî ne tenê Norwêc lê temamê cîhanê bi xwe re hejandin.

Sedemên sereke bo vî karê terorîstî yê ku Anders Behring Breivik pê rabû û bû sebebê kuştina 77 kesî, hizr û nerînên dijbiyanîyan bû, Breivik dixwest wan kesan ceze bike, ew yên sînor bêpîvan bo biyanîyan vekiribûn da ku derbasî Norwêc bibin.

Îro du duemîn salvegera van êrîşan de çendîn merasîmên bîranînê li gelek deveran li Swêdê li dar dikevin. Ellinor Eriksson ji SSU careke din:

-Herêmên me li Swêdê çalakî û rêûresmên cuda li dar dixin, wekî nimûne konserin yan jî merasîmên bîranînê yên adetî ne. Lê di gelek deverên Swêdê de bi awayên cuda ev roj tê bibîranîn.

Yek ji rêûresmên bîranînê îro êvarî li Malmö li dar dikeve. Dê li meydana Möllevång di navenda bajarî de îro êvarî konsertek li dar bikeve.   Pontus Stenkvist yê bi amadekirina konserê radibe behsa reaksyon û nerînên derbarê vê ensîyatîfê dike û dibêje ku zêde posîtiv û erênî ne:

-Reaksyonên vê konserta bibîranînê gelekî germ bûn. Hemû kesên em bi wan re ketin têkilîyê de bi dilgermî alîkar bûn, hem di warê teknîkê de, deng, hunermend û yên bi karê fîzîkî dê beşdar bin. Alîkarî û beşdarbûn bi germî bûne ta nuha.

Û herçend ku du sal li ser êrîşa terorîstî ya li Norwêcê derbas bûye, bo gelek swêdîyan jibîrkirina wê giran û bi zehmet e. Ellinor Eriksson ji yekîtîya ciwanên Sosyaldemokrat dibêje giring e ku em sedemên vê êrîşa terorîstî tucarî  jîbîr nekin:

-Divê em bibîrbînin ku qurbanên wê êrîşa terorîstî genc bûn, gencên ku di siyaetê de çalak bûn û yên ji alîyê mêrekî xwedan nerîn û bîrûbawerîyên nijadperestî û dij biyanî ve hatin kuştin. Û ev bibîrxistineke jî da ku em her bi xebata berxwedana hember van nerînan rojane berdewam bin, em li dij hemû nerînên vî tawankarî rawestinû têkoşîn bikin. Da ku em nerînên wî yên şaş diyar bikin û vê rojê tenê bo wê mebestê bikarbînin bê ew çend xwedan nerînên ne durist û şaş bû.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".