Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Projeya Reva hejmara dersînorkirina zêde kirîye

Hat weşandin tisdag 23 juli 2013 kl 10.20
Wêne: Lars Hedelin/Scanpix.

Hejmara kesên bi zor tên dersînorkirin ji Swêdê bi 25 % bêhtir bûye ji dema ku projeya rexnekirî ya bi navê Reva dest pê kirîye. Û bi vê yekê jî diyare armanca hikûmetê bi zêdekirina hejmara dersînorkirinên bi zorê pêk tê. Kristina Hallander Spångberg, şefa yekîneya polîsê gumrikê li herêma Skåne dibêje bi taybetî li Skåne gelek kes hatine dersînorkirin.

-Kristina Hallander Spångberg, şefa yekîneya polîsê gumrikê li herêma Skåne dibêje bêyî ku em hejmara karmendan zêde bikin me bêhtir rewşên dersînorkirinan di nîvsala pêşî de danberhev bi sala par re bi cî anî.

Armanca hikûmeta Swêdî ew bû ku karê dezgehan karîgertir bibe û bêhtir kesên ku daxwaza wan ya penaberîyê li Swêdê qebûl nebûye bi lez dersînorê Swêdê bikin, û nuha hejmarên nû diyar dikin ku armanca hikûmetê hêdî hêdî pêk tê.

Wisa diyare ku hejmara dersînorkirinên bi zor di temamê Swêdê de bêhtir bûye lê li herêma Skåne bi taybetî zêde ye.

Herçend ku rexneyên tund û şîroveyên germ derbarê awayê karkirina di projeya Reva de bû, di nav wan de jî hatin sûcdarîkirin ku mirovan çavdêrî dikin û li dû serûçavên wan diçûn dema pirsa nasnameyê ji wan dikirin her dezgeh bi awayên karkirinê yên ji berê ve hatine danîn berdewam in.

Armanc peydakirina wan kesên ku xwe vedişêrin piştî ku daxwaza mafê penaberîyê li Swêdê ji wan re qebûl nebûye û wan bi lez dersînorê Swêdê bikin. Hikûmet herweha dixwaze ku hejmara rewşên dersînorkirinan vê salê danberhev bi par re zêdetir bibin.

Di sala pêşî ya projeya Reva de hejmara bi cî anîna dersînorkirinên bi zor di temamê Swêdê de bi 25 % bêhtir bû, ev danberhev bi dema destpêkî ya projeya Reva re.

Projeya Reva pêşî di 2010 di herêma Skåne de dest pêkir û li gor van hejmarên nû bi taybetî li Skåne û Västra Götaland gelek kes hatine dersînorkirin. Û eger em Li Stockholmê binerin, hejmara dersînorkirinan di vê salê de kêmtir bû danberhev bi par re. Kristina Hallander Spångberg ji polîsê gumrikê yê herêma Skåne careke din:

-Di 2012 de 509 rewşên dersînorkirina bi zor hatin bi cî anîn û bi texmîn dê îsal hejmar pirtir bibe.

Sebeb û hoyên pirbûna hejmara dersînorkirinên bi zor li Skåne kare beşê mezin yên rewşên Dublin bin, ango ku li gor peymana Dublin li daxwaza wan tên nerîn ya tê bi wateya ku kesê derbasî herêma Schengen dibin, wekî nimûne eger di rêya Italîya de hatibin Swêdê divê li welatê pêşî yê lê daketibûn vegerin û li wê derê li daxwaza wan ya mafê penaberîyê tên nerîn.

Lê Stefan Sinteus, şefê polîsê tawankarîyê li Malmö dibêje ku erê ev rewşên Dublinê di statistîk û hejmarên dersînorkirinan de hene lê ne girêdayî projeya Reva ne.

Û derbarê awa û metodên karkirina polîs di nêçîra penaberên veşartî de Sinteus dibêje ku erê wan dest ji çavdêrîkirina di Tunnelbana yê de berdane, ango metro, lê wan tu awayên nû jî danenîne:

-Awayê karkirinê her yên berê ne lê hevkarîya di navbera dezgeha koçê, Migrationsverket, polîs û warê lênerîna tawankaran de karîgertir bûye û hiştîye ku birêvebirîya vî karî bileztir bibe.

Herêmên hene yên ku polîs di wan de li kesên veşartî nagere, wekî dibistan, dêr û navendên lênerînê. Çavdêrîkirina mirovan di navenda bajarî de encamên zêde baş nade, lê di ciyên karî de peydakirina penaxwazên bê destûr bileztir dibe, li gor Stefan Sinteus:

-Sinteus dibêje em kêmtir kesên veşartî peyda dikin dema polîs çavdêrîyên xwe yên giştî dike. Lê agahdarîyên ji ciyên karî yên ji me re tên karîgertirin.  

Armanca hikûmeta ya zelal bi dersînorkirina bêhtir kesan bandoreke pir giran li wan yên veşartî dijîn kiriye, ev li gor Marie-Louise Lundberg, psîkolog û şefa tîma bo birîndarên şer û eşkenceyê li beşê navenda psîkîyatrîya zarok û gencan li Malmö:

-Ev grûpeke ji berê ve di rewşeke derûnî ya zehmet û giran de dijîn, carna nawêrin bên navenda lênerînê ji ber tirsa ku polîs bê û wan bigire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".