Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rojîgirtin û karkirin li Swêdê çawa ye?

Hat weşandin tisdag 23 juli 2013 kl 13.34
Roji û kar
(4:55 min)
Şofêrê otobusê dibêje di ber vî karî re rojîgirtin zehmet e. Foto: Isak Olsson/Sveriges Radio.

Nêzîkê du hefteyan ser rojiya remezanê ya îsal re derbas bûn, yanî nîvê rojiyê xilas, ma nîvî û li Swêdê jî gelek misilman di van rojên dirêj de birojî ne.

Roj dirêj in, mirov bê nan û av û di heman demê de kar bike çawa dibe gelo? Rojî tesîrekê li kar dike? Yan xwediyê kar ferq dike bê yek bi rojiye yan na?

Ahmed li Stockholmê şofêrtiya otobusê dike û ji dil dixwest ku di ber karê xwe re rojiyê bigre. Em pê re siwar bûn û me pirsî bê ew çawa dike.

-         Mirov niha dînê islamê bi awayekî din nas dike. Yek dikare çend rojan biceribîne. Ez bi xwe roja pêşî û ya din rojî digrim. Dibînim ku di ber vî karî re mirov nikare rojî bigre. Lewra rojên betal ez rojî digrim û ya ku li min çûye piştre di tatîla xwe de qeza dikim.

Îro roj nisbeten germ e, perwaneya otobusê jî kar nake  û Ahmed di nav xuhdanê de otobusa xwe li nav kolanên Stockholmê digerîne.

Otobusa ku Ahmed diajoyê jî mîna otobusên din li Stockholmê girêdayî şîrketa Arriva ye û Tomas Hedenius şefê têkiliyan yê şîrketê ye. Ew dibêje heta ji wan tê ew wext li gor şofêrên misilman yên ku rojî digrin eyar dikin. Hinek ji şofêrên wan jî di vê meha remezanê de tatîlê distînin, lê bi giştî ew pêrgî tu pirsgirêkan nehatiye.

- Heta niha problemek derneketiye. Hersal berya rojiyê em li ser diaxivin, lê ji ber rojiyê tu pirsgirêk derneketine. Em hewl didin pragmatîk bin, heta ji me tê şemaya xwe li gor wê dinivîsin.

Tomas Hedenius bi berdewamî dibêje mirov dikare di wextên cuda de kar bike. Saetên kar dikarin sibehan zû, berêvarkî yan bi şev bin. Û di rojiyê de ew hewl didin bi vî awayî çareyan bibînin.

Rêxistina ku piraniya şofêrên otobusan endamên wê ne sendîkaya Kommunal e û Henrik Johansson li sendîkayê nûnerê parastinê li cîyê karî ye, ango skyddsombud e.  Ew jî rojiyê ne ji bo karmendan, ne jî rêwiyan weke serêşiyekê nabîne.

-         Bi min piraniya caran kar eyn mîna berê normal tê kirin. Eger mirov ji bo ku rojî bigre bixwazibe xwe betal bihêle kardêr lê digerin tatîlê bidine şofêran, yan rojên kar biguherin. Em rojiyê ji bo endam û karê xwe weke problemekê nabînin. Me nediye statîstîka qezayan bilind bûbe, yan jî tu bûyerên li bajêr ku ji ber rojiya remezanê rûdidin em nabînin. 

Li navenda Stocholmê Södermalm restoranteke tirkî bi navê Ayasofya heye. Mikael Topal li vir di nav bêhna xwarinê de bi rojî ye û ew zêde aciz nabe. Lê li gor wî divê mirov paşîvan xwe baş hazir bike.

            - Ez paşîvan ji bo ku roja din tî nebim zebeş bi çend qetîtk penîrê helandî dixwim. Bi rastî rojîgirtin ewqas neecêb û zehmet e.

Lê di nav bêhn û buxara vê xwarina xweş ku dipije de temê wî naçiyê ku ew xwarinê tam bike?

-         Na, pê nahesim. Ez dibê heme ez wê taybetmendiyê qufle dikim, digrim. Ewqas nezehmet e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".