Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Vîtamîna D li cem gelek jinên koçber kêm e

Hat weşandin tisdag 23 juli 2013 kl 13.28
Vitamina D
(5:06 min)
Wêne: Hasse Holmberg / Scanpix

Gellek jinên ku ji rojhilata navîn û ji Afrikayê koçê Swêd kirine, di laşê wan de vîtamîna D kêm e. Sedemên herî girîng jî, ji xarin û awayê xwe dayîna tavê ye.

Eva li gor lêkolînekî ku ji alîyê nexweşxaneya Gottsunda li bajarê Uppsala hatiye kirin û di kovara ilmî ya bi navê Food and Nutrition Research de hatîye weşandin.

Åsa Rygård Konde ji Daireya xarinê ye.

– Gellek baş e ku ev lêkolîna hat çê kirin. Naha hat isbat kirin ku kesên ji dervayî welêt tên, di alê vîtamîna D de kêmasîyê wan hene. Herwaha eva tesireke mezin li ser zarokan jî dike. Jinên bî hemle gere têr vîtamîna D bigre ku zarok zirar nebîne, dibêje Åsa Rygård Konde, nutritionist ji Daîreya xarinê.

Xarinên ku vîtamîna D tê de gelek e, run, xwarinên şîr, masîyê bi don û hêk tê raydan.

Eleqeyên gellek nexweşîyan bi kêmasîya vitamîna D di laş de re heye. Nexweşîya îskelet ya bi navê nexweşîya îngilîzan ku li cem zarokan dertê, û nexweşîya zeyifbûna îskelet ku li cem yên bi imir dertê, yên herî naskirî ne. Herwaha eleqeya nexweşîyên tamar û dil, êşa adeleyan, nexweşîya şekir û hinek nexweşîyê kanserê jî bi kêmasîya vîtamîna D di laş de re heye.

Lê sewîyeya vîtamîna bilind jî dikare ji bo laşê meriv ne baş be.

Åsa Andersson ku lêkolîn çê krîye dibêje; em naha ji bo dîtina kêmasîya vîtamîna D li cem jinên koçber, baştir bune. Ji ber wî jî em naha dikarin di vî derbarî de baştir şîretan li wan bikin, ku ew bikaribin di jîyana xwe de hinek guhertina çê bikin.

Li gor Åsa Rygård Konda sedemên ku D vîtamîn li cem jinên koçber hindik e, xarina wan e.

– Di vê lêkolînê de hatîye fêm kirin ku gellek koçber şîr û berhemên şîr wek penîr, qatix ku ji alîyê vîtamîna D ve dewlemendin naxun. Herwaha ew kêm masî jî dixun, yan jî qet naxun. Masî di alîyê vitamîn de kanîya herî girîng e, dibêje ew.

Lekolîn li ser 31 jinên ku ji rojhilata navîn û Afrikayê hatine, û 30 jinên swêdî hatîye kirin. Di vir de tehlîla xuna wan hat girtin û û herwaha wana bersiva çan sowalan kir.

Sevîyeya vitamîna D di xunê de bi yekîneya nanomol tê pîvandin. Dema ku sevîye di binê 25 nanomol de be, wek kêm tê hesab kirin. Di nava jinên koçber de 19 ên wan, yanê ji sisêyan du hev, sevîyeya vîtamînê di xuna wan de kêm bû. Le di nava jinên swêdî de jî, bi tenê du hev bi kêmasîya vîtamîn bûn.

Di encama lêkolîne de derketiye holê ku eleqeya kêmasîya vitamîna D û xarinê bi hev du re gelek e. Jinên koçber, bi yên swêdî re qiyas hindiktir run û şîrên bi vitamîna D dewlemend bi kar tînin. Le li gor şîretên daîreya xarinê gelek Swêdî jî bê alîkarîya heban têr vîtamîn nagirin.

Ji bilî xarinê, ditina rojê jî li ser vîtamînê tesîr dike. Li gor Åsa Andesson jinên koçber bêtir dixazin di bine sîyê de bimînin, lê yên swêdî bêtir xwe didin tavê jî.

Åsa rygård Konde ji Daîreya xarinê dibêje li xwekirina cilan jî tesir li ser meriv dike.

Di dema tav dayînê de, laşê sipî ji yên raş hêsantir D vîtamîn çe dike. Lê di laşê jinên koçber de, ferqîyet di navbera yên sipî û raş de nebû. Herwaha, Li gor Åsa Andesson, gere bê girêdayî sipî bûn û reş bûna çermê merivan, hemû jinên koçber di derbarê xarinê de werin agahdar kirin. Ji bo ku kêmasîya vîtamîna D nebe sedemê nexweşîyan.

Åsa Rygård Konda dibêje wana naha rutinê xwe di derbarê dayîna vitamîna D ya ji bo zarokan jî guherandîye.

– Ji ber ku kêmasîya vîtamîna di laşe gellek jinan de heye, me naha şîretên xwe di derbarê zarokan de guhertîye. Berê me digot ku gere zarok pey buyina 4 heftîyan dest bi girtina tamleyên vitamin D bike. Lê naha em dibêjin gere ev di pey heftîyekî dest pê bike.          

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".