Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cothemwelatî dikare serê mirov bêşîne

Hat weşandin fredag 26 juli 2013 kl 16.30
Pirsgirêkên cothemwelatîbûnê
(7:10 min)
Montaj: SR Iternational

Eger mirov xwediyê du hemwelatiyan be, hem yê Swêdê hem jî welatekî din be û serê mirov bikeve belayê çi heqê mirov hene û Swêd dikare çi ji mirovan re bike?

Û çawa dibe ku kesek di lîsteya Înterpolê de li welatekî ewrûpî dikare bê problem bijî lê welatekî din mirov digire?

 Me ev pirs ji profesorê hiqûqa navnetewî Said Mahmoudi kir:

– Weke qanûnî tu heqê mirov di stuyê Swêdê de nîne. Heman tişt ji bo dewleta din jî ku mirov hemwelatiyê wê ye derbas dibe. Yanî em ferz bikin ku mirov hemwelatiyê Swêd û Îranê ye û li Bulgarîstanê serê mirov dikeve belayê de wê demê tu mecbûriyeta ne Swêdê ne jî Îranê heye ku li mirov xwedî derkeve. Kesek dikare daxwaza alîkariyê bike, lê nikare îdia bike ku yek ji van welatan mecbûre alîkariyê bike. Û eger li dewleta din ya ku mirov hemwelatiyê wê ye tifaqek nexweş bê serê mirov Swêd nikare tiştekî bike.

Ev gotinên profesorê hiqûqa navnetewî li Zanîngeha Stockholmê Said Mahmoudi ne.

Ji aliyekî ve gelek feydeyên cothemwelatiyê hene; mirov dikare li herdu welatan kar bike, mal û milkê mirov li wan hebe, li herdu welatan bijî û imtiyazên herdu welatan bi kar bîne, wek nimûne pereyên teqawîdiya xwe ji herduyan bistîne.

Lewra gelek kes ji bo ku bikaribin sûdê ji van îmkanan wergirin ji hemwelatiya dewleta ku jê tên dernakevin, yan jî nikarin derkevin.

Li Swêdê hejmareke statîstîkî nîne bê çend kes xwedanê du hemwelatiyan e, lê ji 2001ê ve Swêd cothemwelatiya mirovan qebûl dike.

Hersal hejmareke baş ya penaberan jî têne Swêdê û kesekî ku pênc salan li Swêdê mabe mafê wî heye serî li hemwelatiya Swêdê bide. Wek nimûne di 2011ê de derdorê 36 000 kes bûne hemwelatiyên Swêdê û tê texmînkirin ku hejmarek berbiçav ji van kesan xwe ji hemwelatiya dewleta xwe dernaxin.

Gelek kesên ji Kurdistanê wek mînak hem welatiyên Swêdê ne hem jî yên Tirkî, Îran, Iraq yan jî Sûrîyê ne. 

Heta ku serê mirov nekeve belayê de problemek nîne. Lê eger hat û tifaqek nexweş derket mecalên ku Swêd bikaribe xwedî li mirov derbikeve kêm dibin, dibêje şefa komunîkasyonê ya Wezareta Derve ya Swêdê Charlotta Ozaki Macias:

– Ji bo me ferq nake bê kesek tenê welatiyê Swêdê ye yan welatiyê Swêdê û dewleteke din e. Lê ew welatê ku mirov serdana wê dike, yan welatê mirov yê berê dikare ferqê têxiyê û muameleya cuda bike. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta din dikare welatîbûna Swêdê qebûl neke û belkî em bi serêşî yan binçavkirina hemwelatiyê swêdî nehesin.

Saîd Mahmoudî jî dibêje herçend ji aliyê hiqûqa navnetewî ve tu mafê mirov di stuyê Swêd de nîne jî tişta ku ji destê Swêdê tê dike.

Û Charlotta Ozaki Macias ji Wezareta Derve rêz dike bê rutînên wan yên alîkariyê çi ne:

– Dema ku konsolos yan sefîrê me yê li welatekî pê dihese ku serê  swêdiyekî ketiye belayekê, em hewl didin bi wî kesî re têkiliyê deynin, binêrin bê ew çawa ye. Eger pirseke hiqûqî hebe em avûkatekî jê re digrin. Wekî din eger kesê serê wî di belayê de bixwazibe em alîkariya wî dikin ku bi malbat û ehlên xwe re bikaribe têkiliyê deyne. 

Problemeke din ya cothemwelatiyan ku çend kesên ji Swêdê rasta wê hatine rêxistina lêgerîna navnetewî Interpol e. Hin kesên ku di lîsteya Interpolê de ne li Swêdê bê serêşî dijîn. Lê dema ku diçine welatekî din ew dikarin hîna li firokxaneyê yekser bêne girtin.

Îcar sebeba wêya çiye ku mirov li welatekî ewrûpî dikare bê problem bijî lê welatekî din mirov digire? Said Mahmoudi:

– Interpol rêxistineke hevkariyê ya navbera polîsên dewletên endamên Interpolê ye. Ji bo xurtkirina hevkariyê piraniya dewletan li gor daxwaza Interpolê tevdigerin. Lê polîsê her dewletê jî ji aliyê xwe ve nirxandineke serbixwe dike û ne pêwist e illeh li gor wê bimeşe. Lewra gelek caran nirxandinên du dewletên di lîstê de dikarin ji hev cuda bin.

Lê eger dewleta ku mirov jê tê bi rêya Interpolê li mirov bigere û mirov li derveyî Swêdê bê girtin heqê Swêdê nîne bûyerê şermezar jî bike.


Çend raporên me yên berê derheqê heman mijarê de:


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".