Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmasî û cudakarîya di lênêrînê de zêde dibe

Hat weşandin måndag 29 juli 2013 kl 14.17
Cudakarî di lênêrnê de
(5:43 min)
Wêne: Cecilia Bergil/P4 Väst.

Krizeke dil hindik mabû jîyana Gabriel Taikon dawî bikira. Singê wî diêşîya lê dema ku ew li Boråsê hate acîlê, ew seetekî sekinî berîya ku akîkarî jê re hat kirin. Li gor wî personalê  ku kar dikir, qet guh nedane wî, ji sedemê ku ew ji gelê roman e. Ew rewşa li du hatina acîlê awha dinirxîne.  

– Wext diçe, ez bawer dikim ku 10-15 deqîqe derbs dibe, Û ew dem ez li erdê dirêj dibim. Kesek nayê ji bo alîkarîya min. Ew dibêjin naha personalê wê were û alîkarîya te bike lê kesek nayê. Ez dibihîzim ku meriv digirîn û ez dixeriqim. 10 deqîqe digire ji bo ku car din rih di min de tê, dibeje Gabriel Taikon.

Ew dibêje ku ew car din xeriqîye û malbata wî û nexweşên li wir daxwaz kirine ku ew alîkari bigire. Ew dem ji li gor Gabriel Taikon, xebatkarê di resepsîonê de dibêje: Zemanê mej i bo civandinê Taikon nine û di du re pencera resepsiyonê girt.

Heftîya berê roja sêşemê di rojnameya Dagens Nyheter de jî behsa zarokeke ku bi nexweşîya kansêrê ya lösemîyê ketibû, hat kirin. Di vir de hat dîyar kirin ku li ser êşên wê bi awayekî ciddi nehatîye sekinandin û ji ber wî jî kansêra wê di demê de nehatîye eşkere kirin. Li ser vê me bi doktorên zarokan professor Hugo Lagerkranz, ji nexweşxaneya Karolînska re hevpeyvînek çê kiribû û di vir de ewî gellek kêmasîyê di lênêrîna Swêd de anîbû ziman. Ewî awha ji me ra gotibû.

– Dîyar e ku kêmasîyên gelek mezin di lênêrîna Swêd de hene. Kêmasîya hemşîreyan, bi taybetî jî di beşên bûyîna zarokan û di cîyên acîl de kêmasî gelek in. Sedem jî zefî caran meaşê hindik e. Herwaha perên ku ji bo dora kin hatîye dayîn gere ji bo maaşê hemşîreyan were bi karanîn. Ji sedemê sîstema naha gelek kesên bi nexweşiya zor gere di demeke dirêj de hêvîya lênêrînê bisekinin, eva ji gelek şaş e, dibêje Hugo Lagerkranz.

Li gor raporên Komîsyona nexweşan, Patientnämnden, ji sala berê heya dema naha ji wan re 44 gilîname di derbarê kêmasî û cûdakarîya lênêrînê de, ji wan re hatîye. Di wir de gelek gilînameyê balkêş hene.

Wek nimûne, nexweşek dibê ku ew ji sedemên imir hatîye cûda kirin. Heger çiqas ew bi tenê 50 salî bû, li gor doktorên wê êşa çokê wê, ji ber imrê wê bû, û herwaha alîkarî jî ne pêwîst bû.

Nimûneyeke din jî. Kesek ji sedemê ji derva ve xuyabûna we, hate cuda kirin. Li gor wê, doktor jê re gotîye; cinsîyeta wê ne li gor ji derve ve xuyabûna we ye.  

Di gilînameyeke din de jî, nexweşxaneyê ne xastîye lênêrîna zarokekî koçber û bê iqametgah bike. Li gor agahîyan zarokek di dibistanê de nigê xwe êşand u li gor dktorê dibistanê dibû ku kestin hebûya û ji ber wî jî gere ew biçûya nexweşxaneyê. Lê dema ku diya wî ew bir nexweşxaneyê ji sedemê bê îqametê ew nehate lênêrîn. Di du re ew çûn acîlê, le di wir de jî astengîyên mezin derketin, lê zarok pey gengeşeke dirêj hat miayene kirin.

Di du re, ji malbatê re faturayeke bi 1775 kironî hat malê, heger çiqas li gor qnûnê, qaîdeyên di derbarê lênêrîna zarokên bê îqamet wek yên din e. Yane gere ji bo zarokê di derbarê lênêrtînê de astengî derneketa û herwaha bahayê lênêrînê jî wek kesên bi îqamet bibûya, lê wusa nebû.

Gabriel Taikon dibêje em jî însan in, ma çima em tên cuda kirin?

– Heger çiqas em ji gelê roman bin jî, eva nayê mehneya ku di tamarên me de xuna kesk heye. Rengê xuna me wek heve e, em gişk însan in. Lênêrîneke baş wek însanên Swêdî mafê me ye jî, dema ku meriv diçe acîlê, dibêje Gabrîel Taikon.

Alîkarî ji Gabriel Taikon re pey 50 deqîqeyî hat kirin. Li gor qaîdeyan gere alîkarî ji bio kesekî di rewşa Gabriel de re, ji 10 deqîqan derbas nebe. Ew dem çîma 50 deqîqe girt? Marie Gardtman, Şefê acîlê di nexweşxaneya Boråsê de dibêje, ew naha li ser vê bûyerê lêlînê dikin û ewê herwaha ji bo dereng ketina alîkarîyê ji Gabriel efu kirin jî xastîye.  

– Belê ew wusa dibêje û hermeta min ji vî re heye. Gelek girîng e ku ew jî xwe bi awayekî baş û ji alîyê min ve xwe dîtî his bike û bi awayekî hermetgirtin were pêşwazî kirin. Gere ew baş bizanibe ku min bi personel re xeber daye  ku gere cuda kirin di vir da nebe.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".