Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nameyên partiyan karin bên çavdêrî kirin

Hat weşandin onsdag 14 augusti 2013 kl 10.41
Guhdar bikin
(4:29 min)
Wêne: Scanpix

Gelek partîyên di meclîsê de meylên bi serverê li dervayî welat bi kar tînin, heger çiqas gelek ji wana li Amerîkayê ne û herwaha komînîkasyon dikare were çavdêrî kirin jî.

Dema ku kovara TechnoWorld lêkolînek li ser meylên 8 partiyên di meslîsê de kir, nîşan da ku nîvê wan serverê ku li dervayî welat bi kar tînin. Sê hev ji wan li Amerikayê ne.

Bê guman riskekî mezin di vî de heye, dibêje Anne- Marie Eklund Löwinder, şefê vaqifa ewlekarîya bingehîya înrternetê ya .SE. Ew ji radîyoya Swêd ya navnetewî re dibêje dema servera meriv li dervayî Swêd be, kesên îstihbaratê yan jî merivên din dikarin meylên merivan vekin û naveroka wan hîn bibin.

Ew dibêje gere partî û herwaha meqamên din jî bêtir hajê xwe hebin.

--Dema servera meriv li dervayî Swêd be, kesên îstihbaratê yan jî merivên din dikarin meylên merivan vekin û naveroka wan hîn bibin.

Risk ne tenê di cihê serverê meylan de ye, herwaha di kîjan astê de agahî tên lêkolîn kirin deye jî, dibêje Anne Marie Eklund Löwinder.

Çavdêrîya li ser înternetê bû xebereke gellek mezin dema ku Edward Snowden, xebatkarê îstixbarata Amerikayê di demeke nêzîk de eşkere kir ku hikûmata Amerîkayê bi awayekî berfireh li ser înternetê xebatên îstihbaratî dike û herwaha gelek meylên însanan bi vê rîyê tên xwendin.

Ewî got şîrketên wek Facebok, Microsoft, Yahoo, Google û Apple bi awayekî berfirehî destûra çavdêrîya agahîyan didin meqamên dewletê. Bi wî awayî ew bi hêsanî dikarin hemû nivîsar û xeberdanên meriv li ser înternetê bibînin û guhdarî bikin.

Heger ku servera meyla merivan wek ninmûne li Amerîkayê be, yan jî xîzmeta merivan ya înternetê bi riya şîrketeke Amerîkayê were kirin ew dem li gor qanûna Amerîkayê ew dikarin çavdêrîyê li ser meylên meriv bikin.  

Anne-Marie Eklund Löwinder dibêje eva demeke dirêj e ku ew dixazin bala gel bikişînin ser vê meselê û wana di derbarê rîskan de hişyar bikin, lê ew nizane ku partîyên di meclîsê de û yan jî şîrket çiqas di vî warî de agahdar in.

Li gor kovara Tech World berîya havînê kesekî ku di derbarê komînîkasîyona medclîsê de baş agahdar e, bi wan re têkilî danîye û gotîye agahîyên veşartî gelek caran di nava partîyan de bi rîya înternetê hatîye şandin, heger çiqas servera meyla gelek partîyan li dervayî welêt e jî.

Li gor lêkolîneke ku ji alîyê vaqifa ewlekarîya bingehîya înternetê ve hatîye kirin, gelek serverê meqamên dewlete jî ne li Swêd in û herwaha xîzmetên IT jî ji alîyê kesên dereke ve tên kirin. Sala berê ji sedî 35 serverên şîrketên dewletê di nava Swêd de bûn lê ev reqama îsal buye ji sedî 16, dibêje Anne- Mari Eklund Löwînder. Ew awha berdewam dike.   

--Bi awayekî giştî meriv dikare bibêje ku meseleyên ewleyîya înternetê li Swêd bi awayekî ciddî nayê pejirandin.

Wek nimûne sala par di nava gelek şîrketan de gelek xizmetên înternetê ji aktorên din re hat berdan yanê outsourcing hat kirin. Gere her kes di vî warî de baştir bibe û bi tenê li gor fîyetê neçe, dibêje ew

Li gor kovara TechWorld berpirsîyarê partîya Socialdemokratan Mattias Gökinan ji wan re ragîhandîye ku servera partîya wan di nava sînorê Evrupayê de ye. Lê kovar dibêje dema ku ew bi wan re ketine têkilîyan servera wan hin jî li Redmondê yanê li Amerîkayê bû.

Herwaha partîya gel Folkpartiet jî ji wan partîyan yeke ku serverê meylên wan li dervayî welat e. Ew xîzmetên Google bi kar tînin. Johan Persson ku serokê grupa partîyê ye, ji ajansa TT re dibêje ji bo vî di rêvebirîya partîyê de tû gotûbêj nîne. Ji ber ku ew nafikirin ku intereseya tu îstihbaratên derva li ser guhdar kirina partîya wan wek rêxistin heye.

Lê Anne- Marie Eklund Löwinder dibêje gere partîyên di meclîsê de careke din jî li ser vê bifikirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".