Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bangledeş rexneyên tund li HM dike

Hat weşandin onsdag 28 augusti 2013 kl 16.15
Wëne: Scanpix.

Rexneyên tund li şirketa swêdî cilfirotê ya swêdî, HM dibe di warê senaeta karê destî û tekstîlê de li Bangledeş. Li gor ragihandinên radyoya Swêdê şirketa HM nexwedan jîrbûn û kompetensa têr e bo lênerîna teslîmkaran ku bi rastî li gor mercên ewleyîyê kar dikin.

Yekîtya sendîkeyên warê karê tekstîlê li Bangladeş civînek bi HM re çê kirin, di vivînê de ji HM xwestin ku muhendisên avakirinê û yên eletrîkê li gel parêzerekî yasaya karî bi xwe re bibin dema ku diçin seredana van kargehan, da ku avahiyên kargehan û mafên karkeran çavdêrî bikin.

HM ji beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot re dibêje ku dê grûpeke navneteweyî ya muhendisên di warê ewleyîya şewat û avakirinê de di rêxistinê de kar werbirgire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".