Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hilbijartina norwêcî bi çi bandor e li siyaseta swêdî?

Hat weşandin tisdag 10 september 2013 kl 10.17
Erna Solberg talade till jubel på Höyres valvaka. Foto: Fredrik Johansson/Sveriges Radio.

Hilbijartina norwêcî hikûmet guhert bo hikûmeteke burjiwa û imkana derbsabûna partiyeke populîstî ya rastgir di hikûmetê de daye. Profesorê warê siyasetnasiyê de li zanîngeha Göteborg, Ulf Bjereld bawer nake ku encamên hilbijartina norwêcî dê bi bandor be li hilbijartina swêdî sala bê, lê ew dibêje ku partiya demokratên Swêdê dê ji hevkariya hikûmeta norwêcî bi fêde be.

-Hikûmeta Reinfeldt û partiyên hevbend li Swêdê guh nedane demokratên Swêdê û yekcar bi wan re hevkarî nekirine. Nuha dema Höyre ya norwêcî vekiriye bo hevkariyekê bi partiya Fremskritt ya populîstî ya rastgir re di hikûmeta xwe de kare sîgnalna nîşan bide, ku hevkariya bi partiyên dijbiyanî û yên rexnegirên biyan re ne xeter û ecêb e. Bi vî awayî jî partiya demokratên Swêdê karin ji vê yekê di şîroveyên swêdî de fêde bike. Wê bixwazin rewşa Swêdê bidin ber rewşa li Norwêcê.

Piştî hilbijatina norwêcî hikûmet hate guherîn bo hikûmeteke burjiwa. Ji gelek aliyan ve hilbijartina norwêcî ya doh encamên wê eşkere bû dîrokî ye, bo cara yekem partiya Fremskritt ya populîstiya rastgir kare cî di hikûmetê de bigire.

Ji nuha ve eşkere ye ku Erna Solberg ji Höyre ya 26 % ji dengan anî, partiya hevfikra moderatên Swêdê , dê bibe serokwezîra nû li Norwêcê. Û Solberg dibe duemîn serokwezîra jin ya norwêcî. Lê hîna jî ne diyar e bê hikûmet dê çawa saz bibe.

Serokê partiya sosyaldemokratên Swêdê, Stefan Löfven ji beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot re dibêje ku ew ji ber encamên hilbijartina norwêcî hêvîşikestî û nearam e:

-Encamên hilbijartinê bi tirs e. Miletê norwêcî dengê xwe dan e û bi rêzgirtina min ji wan re lê ihtîmala ku partiyeke poplulîstiya rastgir derbasî hikûmetê bibe nearamî û tirsê saz dike.

Lê li hêla din serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt ji bîroya rojnameyan ya nûçeyan, TT re dibêje ku ew ji ber encamên wê kêfxweş e. û bi taybetî ji bo Erna Solberg kêfwxeş e, ji ber wan di gelekê salan de bi hev re kar kiriye û ji hev fêr bûne bê çawa partiyên xwe bi pêş ve bibin.

Stefan Löfven bawer nake ku encamên hilbijartinê bo partiya Arbeider dê bi banor be li sosyaldemokratên Swêdê di hilbijartina swêdî ya sala bê de:

-Ya diyare ew ku li Norwêcê siyaseteke nû naxwazin lê siyasetmedarên nû dixwazin. Löfven dibêje ez bi xwe piştrast û ewle me ji ber pêşketina partiya me li Swêdê.

Derbarê bandora encamên hilbijartina norwêcî li hilbijartina swêdî sala bê, profesor Ulf Bjereld bawer nake ku dê bandoreke mezin bike lê li gor nerîna wî tevgera hilbijartina norwêcî ilhameke mezin ji Swêdê wergirtiye:

-Saleke ma ye bo hilbijartina swêdî û ji ber wê jî bawer nakim ku dê bi wateyeke mezin be. Lê mirov kare wê bêje ku pêşketina di siyaseta swêdî de belkî bi wate bû bo hilbijartina norwêcî.

Ji ber ya me di kampanyaya hilbijartina norwêcî de dît vedanek ji şîroveya swêdî ya gelekê salan bû. Ya tê de partiyên burjiwa yên norwêcî bi zêdekirina milkiyeta şexsî û kêmkirina bacê derbasî hilbijartinê bûn, bi heman awayê ku partiyên hevalbendîyê li Swêdê kirin.

Herçend ku partiya Arbeider, partiya hevfikir ya sosyaldemokratên Swêdê, hîna partiya herî mezin e li Norwêcê, bi 30 % ji dengan, ku nuha dikeve hevpeymanekê de bi partiya senter û venstre sosialist re û ya di heşt salan de desthilat bû, rola xwe wekî muxalefet digire. Ulf Bjereld dibêje ku sosyaldemokrasî di Ewrûpayê de ber bi daketinê ve diçe û ev yeka kare piçekî bandorê li Swêdê jî bike:

-Eger mirov bi awayekî berfireh lê binere,  her li Awstraliyayê jî hikûmeta sosyaldemokrasî di hilbijartinan de biserneket. Di hilbijartina norwêcê de jî her bi heman awayî bû.

Hilbijartina almanî jî dê li dar bikeve û ya tên payin ku her dê tê de sosyaldemokrat bisernekevin. Diyare ku îro roj rewşa partiyên sosyaldemokrasî di Ewrûpayê de zehmet e.

   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".