Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mediyayên civakî kare bi bandor be li hilbijartinê

Hat weşandin onsdag 8 januari 2014 kl 14.48
Wêne: Janerik Henriksson/TT.

Mediyayên civakî wekî Twitter û Youtube û herweha kampaniyayên reklaman li ser internetê karin xwedan bandoreke mezin bin li ser hilbijartina parlamanê ya di meha nehan li dar dikeve. Johan Ronnestam, peymankarê warê mediyayên dijîtal û peywendiyên warê markeyan de dibêje ku partî karin gelek fêdê ji bikaranîna internetê bibînin da xwe bigihînin hilbijêran.

-Hemû partî karin ji vê yekê bi qezenc bin. Lê ew partiyên ku nezelal tên fêhm kirin ew in yên herî bêhtir karin fêdê jê bibînin. Li gor nerîna min, Johan Ronnestam dibêje ew belkî ji partiyên îro hikumdarin bizehmet be ku tiştekï nû û cuda pêşkêş bikin.

Lê ew karin di van mediyayên civakî de zelal bikin bê çiye ya dihêle ku ew hîna jî li ser hikmê bimînin. Ku mebest û peyama xwe bi zelalî bêjin.

Sala 2014 de bi sala hilbijartinê ya super hatiye binavkirin û beriya dawiya payizê dê partiyên parlamanê zêdî 300 milyon kron li kampaniyayên xwe yên hilbijartinê serf bikin, ev li gor lêkolîneke rojnameya Dagens Nyheter.

Beşê herî mezin yê buceya hilbijartinê piraniya caran bo reklamên telefizyonan diçe, lê vê salê gelek partî buceya xwe ya ji bo mediyayên dijîtal zêdetir kirine.

Li gor nerîna Johan Ronnestam partiyên parlamanê ji hilbijartinên cara çûyî de bêhtir gihiştî bûne û fêhm kirine ku bikaranîna internetê û mediyayên civakî bi fêde ye. Ew zanin jî ku bikaranîna heman gotin û peyaman li ser internetê bi kêr nayê.

Îro beşekî mezin ji siyasetmedaran mediyayên civakî ji diyalogek û gotûbêjeke yekser bi hilbijêrên xwe re bikartînin û ku ew bi rêya xwe re payama partiyê belav bikin.

Ronnestam bawer dike ku cudahiya herî mezin di navbera hilbijartina di 2010 û ya vê salê dê ew be ku partiyên parlamanê dê bêhtir filmên kurt û nivîsaran amade bikin û li ser malperên cuda deynin yên û bi rêyan wan malperan bi hêsanî bên belav kirin.

-Ez di wê baweriyê de me ku em dê cudahiyeke mezin vê salê bibînin di naveroka kampaniyayên partiyan de bi film û nivîsarên wan û belkî jî koma wêneyan ya berfirehtir jî.

Lê beriya her tiştî ez bawer dikim ku nuha partî fêhmn kirine ku hilbijêr li ber internetê rûniştîn e û li peyam û nerînên partiyan û armanca wan di pirsên cuda de digerin.

Ronnestam dibêje ji ber vê yekê ez bawer dikim em ê klîpên bêhtir li ser Youtubê bibînin.

Li gor nerîna wî kampaniyayên cuda û balkêş li ser mediyayên dijîtal kare ya herî baş be dema piraniya partiyan giraniyê datînin ser reklamên telefizyon û rojnameyan.

Lê ne herkes bi nerîna Ronnestam re ne. Jessica Bjurström, berpirsiyara giştî ya rêxistina warî karî, Bîroyên peywendiyê yên Swêdê, Komm, dibêje ku mediyayên civakî tenê digihêje wan kesan yên ji berê ve alîgirê partiyekê ne û bi zehmet yek xwe bigihîne wan hilbijêrên dudil in:

-Tucarî wekî nuha mediyayên civakî ewqas balkêş nebûne wekî nuha lê di heman demê de jî gelek dibêjin ku mediyayên civakî ji wan re ye yên ji berê ve partiyek hilbijartine û pirsên wê şîrove dikin.

Peyda kirina hilbijêrên nû yan yên dudil kare bizehmet be. Li ser Facebook yan Twitter wan ji ber ve tor û peywendiyên xwe hene. Bjurström dibêje dê misoger şîroveyên germ û balkêş li ser mediyayên dijîtal li dar bikevin lê divê jî pêşî mirov bixwaze wan ciyan peyda bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".