Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mesrefa astengiyên rêyên hesinî bi milyonan e

Hat weşandin torsdag 9 januari 2014 kl 15.21
Wêne: Anders Wiklund/TT.

Di vê dema dawî de astengiyên mezin di warê rêyên hesinî yên Swêdê de li dar ketine, gelekê caran tirên ji rê derketine. Ji bilî ku ev pirseke ewlekarî ye, pirsa ji rêderketina tirênan, şaşiyên signalan gêrên xirab bûyî dibe mesrefeke bi milyonên kronan bo civakê rojane. Jonas Eliasson, profesor di warê analîzkirina sîstema veguhastinê dibêje ku lêkolîneke nû vê yekê diyar dike.

-Her saeteke dernegiyê bo yek kesî dibe sebebê mesrefeke zêde bo civakê , 300 kron her serê saetekê. Eger derbarê bi hezeran rêwiyan be wê demê mesref kare bigihêje milyonên kronan her serê rojekê.

Di vê dema dawî de astengiyên mezin di warê rêyên hesinî yên Swêdê de li dar ketine, gelekê caran tirên ji rê derketine. Û sêşema derbasbûyî careke din tirênk ji rê derket, vê carê li Huddinge û cara dawî sala par bû dema tirênek ji rê derket di meha yazdan de li rawestgeha Södra li Stockholmê.

Bûyera meha yazdan, mijdarê, di navbera 10 ta 20 milyon kron rojan e bû mesref bo civakê, Jonas Eliasson dibêje ku bi giştî bo temamê dema bûyerê bû nevbera 90 û 180 milyon kron.

Ji bilî vê mesref û lêçûnê, heqê çêkirin û tamîra tirênê jî lê zêde dibe, ew jî bi kêmanî bi milyarek kron e salane, li gor jimartinên rêxistina warê karî Tågoperatörerna.

Beriya nuha telefizyona Swêdê, SVT, eşkere kir ku 23 bûyerên ji rêderketina tirênan ji sala 2008 de rûdan e û ew jî ji ber şaşiyên ku ji berê ve ji aliyê dezgeha trafîkê ve naskirî bûn lê dezgeh wan çareser nekiribû.

Wekî nimûne bûyera roja sêşemê li Huddinge ji ber gêreke xirab bûyî bû ya ji nîvê meha duanzdan, çileya pêşîn de hatibû rapor kirin.

Lê Tony Persson, şefê lênerînê yê herêma başûr a Stockholmê li dezgeha trafîkê ye û ew ji radyoya Swêdê re dibêje ku hîna zû ye em bizanin bê çi sebebê bûyera ji rêderketina tirênê ya li Huddinge bû roja sêşemê.

-Ez nikarim hizir û texmînên xwe bêjim. Divê pêşî lêhûrnerîn bên kirin û dema xwe werbigire da ku bi awayekî bingehîn bên kirin. Ji ber vê yekê jî demeke bêhtir dixwaze.

Li gor Tony Persson dezgeha trafîkê guh dide pirsa ewlekariyê, lê gelo çima her tirên ji rê derdikevin. Persson dibêje kare ji ber sebebên cuda be û gelek faktorên bi banor hene, lê ez naxwazim bi texmînî behsa wan bikim. Lê li gor Persson divê her bi vî awayî tirên ji rê dernekevin û ji ber wê jî wan karê ewlekariyê heye yê bi asteke bilind tên birêve birin.

Sendîkeya Seko dibêje divabû dezgeha trafîkê haya wê ji astengiya pira gêra xirab bûyî ya ji nîvê meha duanzdan de hatibû rapor kirin hebaya.

Johnny Nadérus, cêgirê serokê sendîkayê ye:

-Şiva rêya hesinî zengar girtibû û bi zelalî mirov kare bibîne ku derizîbûn. Em dîsa jî dibêjin, divê dezgeh kontoleke baştir hebe û wan karê xwe baş nekiriye. Nadérus dibêje ev ne tenê nuha lê ev di demeke dirêj de bi vî awayî ye. Nayê fêhm kirin bê ew çima bi berpirsyariya xwe ranabin.

Rexneyeke ku gelekê caran hember pirsa ewlekariya warê rêyên hesinî dibe ew e ku berpirsiyarî li ser gelek aktor û aliyan belavkirî ye û ev e encama ji qaydexistina ku di salên 1980 de bû.

Roja sêşemê encûmena bazirganiyê ya pirsên veguhastinê, komeleyeke mişteriyên tirêna baran ji dezgeha trafîkê re nivîsîn û pirsîn bê dezgeh çi li wan gelek sedan milyon kron kirine yên hikûmet bo karê lênerînê dabû dezgehê.

Guy Ehrling, serokê dîwanê li encûmena bazirganî ya pirsên veguhestinê ye û ew dibêje ku gelek bûyerên ji rê derketina tirênan bûne û gelek şaşiyên cuda li dar ketine. Ji ber vê yekê jî raporkirin sebebên bê çi li wan pereyên zêde bûne giring e, yên hikûmet û parlaman tayebetî bo karê lênerîna rêyên hesinî danîbû dezgeha veguhastinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".