Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Karmendê biyanî bigre kar îxracata xwe zêde bike

Hat weşandin fredag 24 oktober 2014 kl 14.16

Raporek nû ku ji aliyê Îstituya Lêkolînan a Foruma Mutehîdan, Forskningsstiftelsen Entreprenörskapsforumê hatiye belavkirin, nîşan dide ku şîrketên, kesên biyanî ku li welatekî din hatiye dunê digrin kar, ixracata wan li gor şîrketên din zêdetir e.

Rapor li gor statîstikek ku nezîkî 30 000 şîrketên swêdî yên îxracatê, karmendên wan ên biyanî ku li welatekî din hatine dunê û xwendina wan a di navbera salên 1998 û 2007 de beşdar bûne.

Kesên bi xwendina piştî lîseyê, li welatekî din hatiye dunê û demek ji 4 salan kurttir li Swêd mane, îxracata şîrketê ji bo welatê xwe ji sedî 18 li gor yên din zêdetir kirine.

Loma jî şîrketên Swêdî yên ku tecrûbeya wan a îxracatê kême başe ku kesên biyanî bigrin kar.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".