Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Şerê bi Daîşê re bîraya kurdî asteng kir

Hat weşandin fredag 24 oktober 2014 kl 16.22
"Rêxistina îslamî her tişt xira kir"
(5:04 min)
Cesûr Nûjen ê bîraya Ava zêr bi hevalek xwe re çêkirîye. Wêne: Jindar Espar.

Ava zêr, navê bîrayekê ye ku dû xortên kurd ên Swêdê çêkirine. Ev bîra di demeke kin de navê xwe li Swêdê belav kir lê ji ber alozî û şerê bi Daîşê re şoforên kamyonan newêrin vê bîrayê bibin Kurdistanê.

Di festîvala bîra û wîskîyê ya salane de ku li Stockholmê li dar dikeve yek ji dû xwedîyên bîraya Ava zêr, Cesûr Nûjen behs dike ka fikra afirandina Ava zêr çawa peyda bû.

Li festîvala bîra û whiskeyê de bi hezaran marqeyên van vexwarinan têne danasîn. Û Cesûr Nûjen jî ji bo nasandina bîraya xwe pêşangehek vekiribû. Li dora bara wî bi dehan kes civîya bûn û tama Ava zêr dikirin. Yek ji wan bi xwe jî kurd e. Jîndar Espar dibêje ew ji Ava zêr hez dike lê ne ji ber kurdîtîyê…

Lê gelo Ava Zêr bi rastî jî çiqasî kurd e? Cesûr Nûjen bahs dike dema wî û şîrikê xwe biryarê dan bîrayek kurdî çê bikin wan dest bi lêgerînek dûr û dirêj kirin. Çêkirina bîrayê li Swêd yan jî Kurdistanê dê gelekî biha bibûya. Û ev gera wan wan bir ta Komara Çek …û li wir li yek ji welatên herî mezin yê bîrayê wan konseptekî wisa dîtin ku jê razî bûn.

Belê ji hêla hiqûqî ve Ava zêr bîrayek çekî ye û Cesûr Nûjen niha bi gûman  e ku ser nekevin. Ji ber ku pîlana wan ha herî mezin ya qezencê firotina vê bîrayê li Kurdistanê bû. Lê bûyerên dawî yên li welêt kirîye ku ew pîlanên xwe bi paş ve bidin.

– Me dê bişanda başûrê Kurdistanê lê ev Daiş her tişt xera kir. Rêxistina îslamî her tişt xira kir. Wan kesên dê vê bîrayê li başûr bistendana gotin ’em mecbûr in bisekinin’

Yanî ji ber şer hun niha nikarin îxracata vê bîrayê bikin?

– Rast e. Ji ber ku kesek nawêre bi kamyonan biçe başûrê Kurdistanê. 

Li Swêdê ji bo marqeyeke nû ya bîrayê karibe di bazarê de ji xwe re cîhek çê bike gelekî zehmet e. Ji ber ku piranîya bar û restorantan bi marqeyên mezin re peyman çê dikin, tenê hîn restorantên bawerîya wan bi xwe heye û dixwazin tişteke nû biceribînin derîyê xwe ji bîrayeke nû re vedikin. Li Swêdê gelekî restorantên kurdan hene, lê gelo ew muşterîyên Cesûr Nûjen in?

Li festîvala bîra û wîskîyê de bi hezaran meraqdarên vexwarinê hene û li ber bara Cesûr Nûjen gelek ji wan tahma Ava zêr dikin.

Yek ji muşterîyan Majda ye û ew tama vê bîraya Ava Zêr dike û ji tama wê razî ye. Yekî din, Christer, dibêje ev ne bîrayek xerab e, lê ne xwedî wê tamê ye ku ew jê hez dike.

Û Jindar Espar ku di destpêka reportajê de nêrîna xwe gotibû piştî şûşeyek vexwar notê xwe yê ji bo Ava zêr dide û dibêje bîrayek şîrintirî standardê lager e. Lê ew dikare bifikire vê bikire.

Zana Schiroyi
zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".