Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i ett batterilager med kraftig rökutveckling som följd. Räddningsledare uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Malmöhus.
(Publicerat idag kl 12.55)
Hişdarî: Agir berbûye embarek bateriyan li Landskrona. Tîma xilaskirinê dixwaze giş bikevin nava malan û derî, pencere û bakêşan daxin.

"Ez ji kerbê xwîşka xwe heliyam"

Hat weşandin måndag 27 oktober 2014 kl 10.05
xwîşk û bira
(8:34 min)
Şertên sosyalê xwîşk û birayan ji hev dûr têxe

Wextê ku zarokên malbatan ji wan têne girtin û hinek ji zarokan di zirmalan de têne bicîkirin gelek caran têkiliya navbera xwîşkûbirayan tê birîn.

Yeke ku ketiye rewşeke wiha de Hêlîn e. Gava du xwîşk û birayekî wê ji malbatê hatine wergirtin ew 17 salî bû.

- 3,4 polis bi du karmendên sosyalê re hatine mala me. Xwîshk û birayên min razayî bûn. Ew hatine şiyarkirin. Zarok giriyan û diya min jî bi zorê girtin. Tiştekî mezin bû.

Di ser wergirtina xwîşk û birayên Hêlîn re sê sal derbas bûne, lê sahneya dema ku polîs û karmendên sosyalê bi ser mala wan de girtin û xwîşk û birayên wê birin bi şev û roj li bîra Hêlîne. Û mîna ku organek ji laşê wê kêm be ew bêriya wan dike.

Di qanûna Xizmeta Civakî (Socialtjäsnten) de tê nivîsandin bê çi mafê dêûbavan û zarokên ku têne wergirtin heye. Wek nimûne tê nivîsandin ku divê têkiliya zaroka wergirtî ya bi xizm û malê re berbiçav were girtin. Lê ji bo ku Hêlîn xwîşk û birayên xwe bibîne  qanûneke nivîsandî nîne.

Halê hazir Hêlîn salê carekê diduyan xwîşk û birayên xwe dibîne. Sosyal gihaye wê qenaetê ku ji zarokan re ya baş ew e ku ew zêtir hev nebînin ji ber ku hevdîtin tesîreke xerab li ser wan dike. Lê ji bo Hêlîn ev hevdîtin pir girîng in û ew dixwaze wan bêhtir bibîne. Herî zêde jî ew bêriya xwîşka xwe ya biçûk dike. Gava ew ji hev dûr ketin xwîşka wê sê salî bû.

Hêlîn bi halekî kelogirî dibêje:

– Dema em hev dibînin ew tim dixwaze bi min re bilîze, pora min mist dide û ji min re dibêje ez ê pora xwe tu caran qut nekim da ku mîna ya te dirêj bibe. Di wê kêliyê ez di dinyayê de mirova herî dilxweş im. Lê di heman demê de dilbikul im ji ber ku kêliyeke din divê ez jê dûr bikevim.

Gava xwîşk û birayên wê ji mal hatine wergirtin dayika Hêlîn nexweş û bavê wê ne bi wan re dijiya. Di raporên sosyalê de hatiye nivîsandin ku hingî Hêlîn ne mîna xwîşka zarokan ya mezin lê ji wan re mîna dayîkê bû.

– Kêfa min dihat ez bi wan re bim. Gelek caran em bi hev re derdiketin. Niha ew ji min dûr in. Gava ez diçime mal têne bîra min ku ew ne li mal in, ew nînin. 

Lêkolîneke ku li Zanîngeha Stockholmê hatiye kirin nîşan dide ku ji %35 kesên ku ji xwîşk û birayên xwe dûr ketine salê tenê carek diduyan wan dibînin. Hin xwîşk û bira naxwazin hev bibînin lê piranîyên ku di lêkolînê de beşdar bûne dane zanîn ku ew dixwazin zêdetir hev bibînin. Profesor Marie Sallnäs ev lêkolîn kiriye:

– Mirov giraniyê dide hevdîtina bi dêûbavan re, lê ya bi xwîşkûbirayan re baş berbiçav nayê girtin. 

Xizmeta civakî ya ku Hêlîn lê dimîne li xwe mikur tê ku wan tu caran jê Hêlîn nepirsîne bê çi pêwistiyên Hêlîn hene û ew têkiliyeke çawa bi xwîşkûbirayên xwe re dixwaze.

Nûnerê mafê Zarokan (Barnombudsmannen) Fredrik Malmberg li ser mafê hevdîtina  xwîşkûbirayan dibêje ev rewşa Hêlîn jê re xerîb nayê:

– Min bi xwe hin xwîşkûbirayên di rewşa Hêlîn de dîtine û li wan guhdarî kiriye. Berpirsiyartiyeke mezin ya Xizmeta Civakî (Socialtjänsten) heye. Rêbernameyeke Xizmeta Civakî heye. Li wir tê nivîsandin ku divê hewl bêne dayin da ku têkiliya di navbera xwîşkûbiyaran de were berdewamkirin. Li wir bi taybet gotina xwîşkûbira tê nivîsandin. Bes lêkolîna ku Zanîngeha Stockholmê kiriye nîşan dide ku ev yek bi duristî nayê kirin. Gelek xwîşkûbira yên ku ji hev dûr ketine ji rewşê nerazî ne.

Bi nêrîna Nûnerê Mafê Zarokan sedema vêya qisûrên mîna zanyariyên kêm, digel ku rêbernameyeke nivîskî heye jî kontrola ji aliyê dewletê ve kêm e. Malmberg dibêje kêmasiyên niha nayêne qebûlkirin, hevdîtina bi xizman re girîng e û lewra gelek tiştên ku divê bêne kirin hene.

– Berya her tiştî divê mirov bibe xwedî zanyarî. Divê em bizanin bê hejmara xwîşkûbirayên ku ji hev têne cudakirin çiqase. Zirmalên ku zarok li wan bicîdibin divê bêne perwerdekirin. Ew bi xwe bizanibin û bikaribin danûstandinê bidine berdewamkirin. Divê şaredarî baştir bêne kontrolkirin bê ew çiqasî li gor rêbernameyê tevdigerin. Û bi min divê li Qanûna  Lênerîna Ciwanan (LVU) jî were nerîn. Hevdîtina navbera xwîşkûbirayan divê bi awayekî zelal were nivîsandin

Ya herî dijwar ji bo Hêlîn ew e ku haya wê ji jiyana rojane ya xwîşkûbirayên wê nîne.

– Hizra min tim li ser wan e. Gelo ew çawa diçine pêşdibistanê? Çawa ji xew hişyar dibin? Kengî radizin? Kengî digrîn û dikenin? Xwezî min ew hinekî din bidîtana. Û daxwaza Hêlîn ew e ku şemayek were danîn da ku ew birêkûpêk bikaribe xwîşkûbirayên xwe bibîne. 


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".