Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Kesekî din jî bi spicê mir

Hat weşandin torsdag 30 oktober 2014 kl 10.18
Spice.Wêne: Polisen.

Mêrekî 20 salî duh di encama zêde bikaranîna dermanekî narkotîka yê bi navê spice de li Fagersta jiyana xwe ji dest da. Vê yekê Radyoya Swêde P4 a Västmanlandê radigihîne.

Wê piştî otopsiyê sebaba mirina vî kesî were teyîd kirin.

Di van rojên dawî de çendîn ciwanên ji ciyên cûda yên Swêdê piştî kişandina spice mecbûr mane biçin nexweşxanê ku tedawiya lênerîna întevsîv bibînin.

Spice kanabîsa kîmyayî ye, derveyê ku ew mirov serxweş dike, dikare bibe sebaba tirs û endîşeyê, psîkoz, xwêdan û tesîrek xerab a dil.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".