Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Banga Navenda Olof Palme ji bo Kobanî

Hat weşandin fredag 31 oktober 2014 kl 15.57
"Neteweyên Yekbûyî gerek e Kobanî biparêze"
(6:05 min)
1 av 3
Jens Orback ji bo Kobanî bang li Neteweyên Yekbûyî dike. Wêne: Helena Jönsson/Sveriges Radio.
2 av 3
Şîyar Ali ji Partîya Yekîtîya Demokratîk, PYD. Wêne: Zana Schiroyi
3 av 3
Helin Aro amadekara galaya Uppsalayê. Wêne: Lorin Berzincî.

Yek ji însîyatîfgirên îlankirina roja 1 mijdarê weke roja cîhanî ya ji bo Kobanî, Navenda Navnetewî ya Olof Palme û sekreterê wê yê gîştî Jens Orback dibêje gerek e Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî Kobanî biparêze.

Roja cîhanî ya ji bo Kobanî însîyatîfeke ji 160 ronakbîr û şexsîyetên navdar yên navnetewî ye, wekî pîzkopozê Efrîka Başûrî Desmond Tutu û ji Swêdê sekreterê gîştî yê navenda Olof Palme Jens Orback.

Jens Orback ji weşanên kurdî yê Radyoya Swêdê re dibêje ”Di dîrokê de gelek caran komkujî û qetlîam pêk hatine û her carê mirovan gotin ’me çima tiştek nekir, me çima pêşî lê negirt’. Ji bo ev dûbare nebe û em careke din dereng nemînin gereke raya gîştî ya cîhanê îro tiştek bike”.

Xwepêşandana li Stockholmê dê li meydana Humlegårdenê destpê bike û li wir axaftin û muzîk were pêşkêş kirin.

Pişt re dê meşek di nav bajêr re derbas bibe û li meydana Sergelstorgetê bi xwepêşandanek bi berdewam be.

Şîyar Ali ji Partîya Yekîtîya Demokratîk, PYD, dibêje ji piranîya partîyên swêdî dê sîyasetvan beşdar bibin û axaftinan bikin. Partîyên sosyaldemokrat, çep û kesken ji niha ve soza piştgirîyê dan e, bi ya wî. Lê bêtirî beşdaran ji rêxistinên civaka sîvîl yên swêdî ne.

Şîyar Alî dibêje çalakîya cîhanî ya ji bo Kobanî girîng e ji ber ku îro berxwedana wî bajarî ya li hemberî rêxistina Dewleta Îslamî Daîşê, bala cîhanê kişandîye ser nirxên bingehîn yên mirovayî.

Bi ya Jens Orback ji Navenda Olof Palme jî ”gerek e berxwedana li dijî Daîşê ya li Kobanî û piştgirîya Amerîkayê ya bi rêya hêzên hewayî bi parastinek ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) were temam kirin”. Bi ya Orback gerek e hikûmeta Swêd jî piştgirîyê bide û bixebite ku Neteweyên Yekbûyî wê prensîba xwe ya ku dibêje pêwîst e NY wan xelkên Sûrîyê ku ji alîyê hikûmeta xwe ve nikarin werin parastin biparêze.

Di çarçova roja cîhanî ya Kobanî de dê li çardorên Swêdê li gelek bajarên biçûk û mezin civîn û xwepêşandan werin li darxistin. Yek ji vana galayekê ye li bajarê Uppsalayê.

Bi însîyatîfa çend ciwanên kurd û beşdarîya hunermendên swêdî yên wekî Regina Lund û Adam Tensta û yên kurd wekî Necmeddin Xulamî dê sibê êvarê li Uppsalayê şahîyek were lidarxistin.

Armanca galayê ew e ku pare berhev bikin û bi van pareyan bîdonên taybetî yên ku avê ji bakterîyan paqij dike û avê germ dike bikirin û van bîdonên bi navê ”Sol vatten” (Ava rojê) bişînin ji bo wan hezaran penaberên ji Şengalê re.

Stranbêja kurd Helîn Aro yek ji amadekarên galaya li Uppsalayê ye û dibêje alîkarîy ava paqij û germ li ser raporên doktorên kurd derket holê. Aro dibêje doktorên kurd li kampên penaberan li başûrê Kurdistanê gerîyabûn gotibûn ji ber ava gemarî gelekî zarokên biçûk nexweş dikevin û germkirina avê bi serê xwe meseleyeke gelekî zehmet e.

Bi wan pareyên ku di saya vê galayê de û di xebatên din de ew ê berhev bikin dê Helîn Aro û hevalên wê van bîdonan bikirin û birêkin ji bo penaberên êzîdî yên ji Şengalê re.

Zana Schiroyi
zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".