Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Sûcên li ser înternetê nayêne zelal kirin

Hat weşandin onsdag 5 november 2014 kl 14.02
Sûcên ser înternetê
(4:49 min)
Foto: Thomas Winje Øijord/TT

Hejmara sûcên teknolojiya ragihandinê, ango yên ku bi riya komputer û înternetê têne kirin her ku diçe zêde dibe, lê ji polîs nayê wan zelal bike û ceza bide tawanbaran. Rojnameya DN li hemû dozên nava sê mihên par meyizandiye. Ji zêdeyî du hezar gilî dadgehê tenê hukimê duyan daye.

Li gor Komsêr Ulrika Sundling ji Rêvebiriya Polîsê Giştî sedema ku gelek sûcên ser înternetê nayêne zelal kirin pêşveçûna teknolojiya ragihandinê ya lezgîn e û dibêje:

--Heta ku mirov pê re digihe, karmendan perwerde dike wext diçe. Û mesele hinekî bi îmkanan ve jî girêdayî ye.

Hejmara sûcên teknolojiya ragihandinê, ango yên ku bi riya komputer û înternetê têne kirin her ku diçe zêde dibe. Lêkolîn nîşan didin ku hejmara giliyên sûcên înternetê di nava çar salan de ji %637 zêde bûye. Lê şiyan û şarezayiya polîs ya zelalkirina sûcan û peydakirina tawanbaran kêm e. Vê yekê lêkolîneke rojnameya DN derdixe holê û ev yek îro hatiye weşandin.

DN li hemû dozên nava sê mihên destpêka par meyizandiye. Ji zêdeyî du hezar gilî tenê derbarê duyan de hukim hatiye dayin. Dosyayên din gişt yan hatine qepat kirin û doz hatine daxistin, yan jî piştî sal û nîvê hêj berdewam in.

Lêkolîna DN nîşan dide ku gelek doz digel ku îspat û delîlên berbiçav hene jî bênavbir têne daxistin. Wek nimûne şîrketeke li Göteborg par rastî êrîşeke ser înternetê hatibû û malpera wan hatibû girtin. Nûnerên şîrketê  bûyer rapor kiribûn û çûbûne gilî. Roja din polîs da zanîn ku ew dozê betal dikin bêyî ku li rapor û belgeyan meyizandibin.

Di nav sûcên ragihandina teknolojiyê de sextekarî, destdirêjiya malper û serveran, êrîşkirina ser malperan, diziya şîfre û kodan hwd hene. Bes lêkolîna DN nîşan dide ku ji %64 dozên ku hatine vekirin di heman heftiyê de hatine daxistin, gelek ji wan di heman roja gilî de hatine qepatkirin.

Hejmara dozxwazên ku jêpirsîna wan hatiye girtinnagihe deh kesan. Mirov zêde pêrgî rêbazên din yên vekolînê jî nayê.Wek nimûne tenê di 20 giliyan de polîs li numreya IP ya kesê gumanbar geriyaye.

Lêkolîn herwiha nîşan dide ku zanyariyên polîs yên li ser pirsên ragihandina teknolojiyê pir kêm in. Wek nimûne numreya IP çar-çar tê nivîsandin û di navbera wan de nuqte hene, lê di lêkolînan de tê dîtin ku polîs gelek caran bê nuqte IP nivîsandiye û hingî ji xwe peydakirina komputerê nemimkun dibe.

Komsêra polîsan Ulrika Sundling qebûl dike ku zanyariyên polîsan kêm in, lê dibêje ew meseleyê cidî digrin û di nav hewldanên piralî de ne.

– Ez dixwazim destnîşan bikim ku karmend têne perwerde kirin, lê fêrkirina hemû polîsan wext digre. Ji aliyekî din ve di nav meqamê nû yê polîs de wê navendeke neteweyî ya sûcên teknolojiya ragihandinê hebe. Ev meqamê nû wê alîkariyê bide polîsê li seranserê Swêdê.

Giliyê sûcên komputeran herî zêde ji aliyê kesên serbixwe ve tê kirin. Ji tevahiya giliyên ku li wan hatiye nêrîn tenê %4 gilîker şîrket, komele yan jî daîreyeke resmî ye. Îcar dema sûcek hatibe kirin wezîfeya polîs e ku sûcdaran bibîne û dozê zelal bike, lê Sundling balê dikişîne ser hin erkên bikarhêneran jî ku hay ji kodên xwe hebin, bernameyên li dijî destdirêjiya bi kar bînin û hay ji eyarên komputerên xwe yên ewleyiyê hebin.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".