Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rewşa kana madenê ya Pajala

Hat weşandin torsdag 13 november 2014 kl 14.07
Åsa Allan. Foto: Bertil Isaksson.

Di ser rawestandina karûbarê li kana Pajala re mehek derbas bû. 500 karkerên bi derxistina madenan re mijûl dibûn niha bê ku bizanibin pêşeroj çawa dibe li benda bersivekê ne.

Radyoya Swêdê çû serdana kana Pajala û li wir rastî Åsa Allan hat:

Åsa Allan şefa pilankirinê ya şîrketa ku li kana Pajala maden der dixisit, Northland Resources e. Gava rojnamevana Radyoyê serdana wê dike ew wan deran berhev dike û dibêje:

– Du heftî girtin heta ku me dikarîbû em maşînan bidine hev û wiha park bikin. Ji bo wan kesên li vira kar dikirin, rawestandina kar û fealîyetan ne xweş e helbet. 

Karûbarê kana Pajala û derxistina maden di 7ê cotmehê de ango berya heyvekê hate rawestandin û ji hingî ve dibêje Kerstin Svala, ku li buroya turîstan ya bajêr kar dike, jiyana li şaredariyê adeta sekiniye.

– Ev der êdî aramtir e, her tişt mîna ku sekinî be. Xelk li benda guhertinekê ye. Em meyzênin bê ev bendewarî wê çi bi xwe re bîne.

Derxistina maden ya li kana Pajala di dawiya 2012ê de dest pê kir. Teqrîben 10 mîlyar kron sermaye li kanê hate razandin û bi destpêkirina karûbar re şaredariya Pajala 160 xaniyên nû ava kirin. Kurt Wennberg yê Sosyaldemokrat endamê berê yê birêvebiriya şaredariyê ye. Tirsa wî ew e ku bi rawestandina kanê re şêniyên bajêr jî bar bikin.

– Nifûsa vê şaredariyê sal bi sal kêm dibû. Tenê pîr û kal li vira diman. Lê bi vekirina kanê re ev rewş berevajî vegeriya û lewra me karîbû em nefesê bistînin. Carê xelkê ji vira bar dikir û diçûn, niha xelk bar dike vira û ciwanên me ji vira êdî narevin. 

Lê gelek ser vekirina kanê re derbas nebûyî pirsgirêkên aboriyê dest pê kirin, ji ber ku bihayê madenê hesin nizim bû. Du sal ser vekirina kanê re derbas nebûyî kar hate rawestandin. 

Şîrketa ku maden der dixist Norhland Ressources bû û gelek şîrketên mitehitiyê pê re hevkarî dikirin. Rolf Digervall ku di şîrketekê ji van de kar dike rawestandina kar ji radyo bihîstiye.

– Hingî min got temem, ewqas bû û divê êdî em riyeke xwe bibînin. Li min ecêb nehat, nexêr, bêhtir mîna nexweşekî mirov yê giran hebe û… Mirov dizane wê çi bibe, lê dîsa jî nexweş e. Û Diggervall bi berdewamî dibêje:

– Lê dîsa jî her tiştekî bihayekî wê heye, derxistina hesin û maden jî wilo ye. Bi vê re mirov birînên wisa di tebîetê de dike ku demên dirêj ew nacebirin. Gerek e mirov biwêribe bi awayekî nû bifikire û hizir bike. Lê gelek caran mirov êdî pêşiya xwe nabîne û dibêje “niha bi kanê re her tişt hal dibe”. Ji bo ku xelk bikaribin li vira bimînin gelek tiştên din ku mirov bike gereke hebin, yanî mîna vê kanê mirov xwe bi yek tiştî ve girê nede. Lê mixabin li derbajaran û deverên nifûsfirk xetera ku mirov tê girêdan heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".