Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Pere helanîn zerar e

Hat weşandin fredag 14 november 2014 kl 13.51

Gelek kesên ku ji bo teqawitiyê peran didin hev neçar dimînin du car bacê bidin. Ev yek ji aliyê Buroya Sîgortayê ya serfkaran, gelek banqayan û şîrketên sîgorteyan ve tê gotin.

Sebaba vê yekê xwesteka Kêmkirina mafê jêdaxistinê ya hukumetê ye ji bo kesên ku taybet ji xwe re ji bo teqawitiyê peran didin hev. Ev yek dê bi wayakî lez di detpêka sala nû de têkeve meriyetê, yanê tenê mehek piştî ku piryar tê  ere kirin.

Ev yek tê wateya ku gelek kes wê fêm nekin ka çi guhertin hatiye çêkirin û wê bi berdewamî wek berê pereyan ji bo dema teqawitiyê bidin hev. Vê yekê Aborînas ê teqawitiyê li Scandia Mattias Munter dibêje:

- Eger mafê mirov yê ji bacê jêdaxistinê tunebe, ji bo teqawitiyê pere kom kirin gelek bê feyde ye.

Ji ber ku tu carê dema ku peran kom dikî bacê didî û carê jî dema ku tu wan derdixînî bacê didî.

Mafê jêdaxistinê tê pilankirin ku ji 12 000 kronê niha dakeve 1800 kronî. Û ev maf wê di 2016 de bi temamî ji holê rabe.

Lê Wezirê bazara Aborî û yê serfkaran Per Bolund nafikire ku ev dema demek kurt e.

- Ev reformeke ku ji demek dirêj veye hatiye pilankirin e, herçend ev yek ji aliyê hukumetê ve neketiye rojevê lê opozisyon jî pir li hember vê yekê derneketiye.

Û niha jî heta serê salê dem û derfet  heye ku her kes ayawê pere komkirina xwe biguhere.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".