Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Noqavek mînî sînorê deryayî binpê kir

Hat weşandin fredag 14 november 2014 kl 14.45
"Em rê nadin îhlalkirina sînorên Swêdê"
(4:31 min)
TT
Wêne: Lotta Myhrén/Sveriges Radio.

”Noqavek mînî yekîtîya axa swêdî ji bin deryayê ve binpê kirîye û di vî warî de tu şikek me nîn e”. Vana gotinên fermandarê gîştî yê ordîya swêdî Sverker Göransson in ku bi civîneke çapemenîyê encamê operasyona îstîxbarî ya ku meha derbasbûyî hat meşandin dîyar kir.

Civîna  çapemenîyê  bi beşdarîya serokwezîr Stefan Löfven û wezîrê parastinê Peter Hultquist hat li darxistin.

Sverker Göransson dibêje di dest wan de delîlên gelekî ewle hene û tu şikek wan nîn e ku noqavek mînî di deryaya dora Stockholmê de sînorê swêdî binpê kirîye.

Sverker Göransson dibêje tu îzaheke din ya wan delîlên berhevkirine tune ye.

Weke bê zanîn di 17 cotmehê de hîn kesan çavdêrîyek di deryaya li dora Stockholmê de kiribûn ku wan tiştek ku mîna noqavekî ye di deryayê de dîtine.

Li ser vê agahîyê hêzên deryayî yên swêdî bi kêştîyên şer û balafirên şer operasyonek ji bo berhevkirina delîlan û komkirina îstixbaratê dabûn destpê kirin.

Piştî operasyon bi dawî bû ev heşt roj in ordî agahîyên berhevkirine analîz kirine û vê di nava hefteyê de weke rapor pêşkêşî hikûmetê kirine.

Qismeke ji delîlên ku hatine  berhevkirin weke gelekî nehênî hatine morkirin û nikarin werin aşkere kirin.

Sebeb jî ew e ku dê dîyarbûna delîlan dê metod û kapasîteya Swêdê ya komkirina îstîxbaratê aşkere bike.

Lê ew analîzên li ser hîn delîlên din hatine kirin wisa hat pêşkêş kirin:

Wêneyek ku mirovekî prîvat kişandîye nîşan dide ka hacetek çawa bi lezeke 1 mîlê deryayî tev digere û dadikeve avê. Kêştîyên şer bi rêya sensorên xwe  ekoyên binderyayî qeydkirine. Û her weha  di zemîna binê behrê de wêneyê rêça ku noqava mînî li dû xwe hêştîye hatine kişandin.

Lê her çendî tu şika fermandarê gîştî Sverker Göransson nîn e ku noqavek mînî derya swêdî binpê kiriye jî ew nikare bibêje ka ev noqav ya kîjin welatî ye.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven ku tevlî civîna çapemenîyê ya îro bû got ew delîl û analîzên ordîya swêdî pêşkêşî hikûmetê kirine cîh ji tu şikî re nahêle ku welatekî bîyanî yekîtîya axa swêdî îhlal kiriîye û ev binpêkirineke gelek cîddî ye got Stefan Löfven. Em naxwazin xebata leşkerî ya welatekî din di bin deryaya xwe de bibînin:

Stefan Löfven her weha hîşyarîyek jî da wan welatên ku şik heye axa swêdî binpê kirine û got ji bo wan kesên di xebateke wisa îllegal de cîh digirin em dixwzin bi bîn bînin ka ew rîskên ciqas mezin digirin.

Steffan Löfven her weha got hikûmetê desthelatî daye ordîya Swêdê jî ku bi hêza leşkerî weke alternatîfê dawî rê li ber wan hêzên biyanî bigire ku di deryaya swêdî de xebatek îlegal dimeşînin.

Stefan Lövfen dibêje ji bo parastina axa Swêdë ew ê hemû derfetên di dest de bikar bînin.

Lê her çendî rojnamevanan di civîna çapemenîyê de israr kirin jî ne fermandarê gîştî Sverker Göransson û ne jî serokwezîr Stefan Löfven xwestin bibêjin ka kîjin welat derya swêdî îhlal kiriye.

Analîzkar û şîroveger dibêjin ji ber ku hikûmeta swêdî gelekî nêzî Nato kar dike ev îhlala bi noqav yanî kêştîya deryayî ya biçûk ji alîyê welatekî natoyî ve nehatîye kirin û welatê cîran Finlandiyayê jî noqavên xwe tune ne.

Welatê şikdar yê dimîne Rûsyaye.

Stefan Löfven di dawîya civîna çapemenîyê de her weha aşkere kir ewê di bunya serokwezaretê de Konseyeke sîyaseta ewlekarîyê saz bikin. Di konseyê de dê serokwezîr, cîgirê serokwezîr, wezîrên derve, parastin û hundir û fermandarîya gîştî ya ordîyê cîh bigirin. Her weha sazîyên din yên dewletê û wezîrên din jî dê li gorî pêdivîyê tevlî civïnên konseyê bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".