Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Tiştek ji giliyê rapora SVT derneket

Hat weşandin måndag 17 november 2014 kl 14.33
Giliyê raporên ser înternetê
(7:06 min)
SVT inslag, assyrier, kurder
Ji bo vê raporê 58 gilî ji Granskningsnämnden re çûbûn.

Di rapora Televîzyona Swêdê de kurd dihatine gunehbarkirin bê ku dengê aliyê kurd were standin. Rojnamevan poşman bû ku wî rapor bi vî rengî çêkiriye, lê çavdêriya weşanan dosyayê qepat dike.

Di dawiya hezîranê de raporeke Televîzyona Swêdê SVT li ser rewşa asûrî û xiristiyanên Îraqê derket. Kurdên Swêdê li hemberî raporê nerazîbûneke mezin nîşan dabûn û 58 gilî li ser vê raporê çûbûne ji Komîsyona Çavdêrîya Weşanên Radyo û Tvyan (Granskningsnämnden) re, lê çavdêrî dibêje ew ê li giliyan nenêrin.

Johannes Wik ji Çavdêrîya Weşanên Radyo û Tvyan (Granskningsnämnden) dibêje tu biryar li ser van giliyan wê neyê kirin û ev dosya wê bê qepatkirin. 

Rapora Televîzyona Swêdê ku behsa wê tê kirin vê havînê hatibû weşandin. Di raporê de dihate gotin ku çavê kurdan di mal û milkê asûriyên Îraqê de ye bê ku cî bide nêrîna aliyê kurd.

Vê raporê rê li ber gotûbêjeke gerim di nav revenda kurd ya Swêd de vekir. Piraniya kurdan xwe aciz dikirin û digotin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina maf  û jîyana xiristiyanan tişta jê tê dike, lê rapor wêneyekî niheq yê berevajî dide.

Li Swêdê gava raporek di televîzyon yan jî Radyoya Swêd de tê weşandin û mirov naverokê nerast yan jî yekalî bibîne heqê welatiyan heye giliyê wê li cem  Komîsyona Çavdêrîya Weşanên Radyo û TVyan (Granskningsnämnden) bikin. Derbarê vê rapora SVT ya li ser asûriyan jî 58 gilî hatibûne şandin. 

Lê Johannes Wik ji Komîsyona Çavdêriyê ku gilî çûne ber destên wî dibêje tu encam dê ji van giliyan dernekeve ji ber ku ew tenê li ser malpera televîzyonê hatiye weşandin.

– Ev rapor tenê ser înternetê hatibû weşandin. Lewra bê ku em bikaribin tu biryaran li ser bidin, bê encam yan jî mueyideyan dosye dê were qepatkirin ji ber ku qanûn wisa ye.

Di van salên dawî de weşanên televîzyon û radyo yên li ser înternetê zêde bûne. Ji dêla ku mirov televîzyonê veke, piraniya caran mirov bi telefon yan jî kompûtera xwe li vîdyoyekê temaşe dike. Heman  tişt ji bo radyo jî derbas dibe. Xelk êdî bi riya înternê li weşanên radyo guhdarî dike. Hejmareke mezin ya van raporan jî tenê weşanên înternetî ne. 

Û gelek avantajên weşanên radyo û televîzyonî yên ser înternetê hene. Weke nimûne mecala tomarê heye, ango bernameyeke radyo yan televîzyonê nepêwist e mirov zindî guhdarî bike. Mecal heye ew piştî heftiyekî-duyan, heta bi heyvan piştî weşandinê mirov dikare li raporê binêre. 

Lêkolînên salane yên Weqfa binesaziya înternetê (Stiftelsen för internetinfrastruktur) nîşan didin ku nexasim di nav ciwanan de temaşekirina televîzyonê pir caran bi riya înternetê tê kirin. Hema hema ji du swêdiyan yek weke nimûne ji bo temaşekirina televîzyonê SVT Play bi kar tîne û temaşekirna bi înternetê her ku diçe zêde dibe. 

Rapora behsa mijarê ji aliyê rojnamevanê SVT Claes JB Löfgren ve hatibû amade kirin. Di hevpeyvîneke ku me bi Löfgren re kiribû wî eşkere ku ji ber nebûna wext rapor tenê li ser înternetê hatibû weşandin. Yanî eger wext hingî çêbûbaya û di televîzyonê bi xwe de jî bernameya du-deqîqeyî hatiba weşandin komîsyona çavdêrîyê dê li raporê meyizandiba, kontrol bikira bê qanûn û qaîdeyên weşanên xizmeta gelî (public service) hatine binpêkirin yan na. Lê niha ev yek wê nebe.  

Li gor agahiyên di malpera Komîsyona Çavdêrîyê de ew li weşanên ser înternetê dinêrin. Johannes Wik ji komîsyonê dibêje rast e, mirov dikare bişîne û gilî ji me re tên, lê li gor qanûnê em nikarin daxwaza materyalan, wek nimûne fîlm yan deng bikin û li ser wan biryarekê bidin. Ê naxwe ji bo çi ew giliyan werdigrin?

--Ev mîna şandina nameyeke elektronîk e, em nikarin pêşiya wê bigrin. Yanî ew ji me re tên lê em dikarin bêjin ku ew bê kontrol di ber radara me re derbas dibin.

Lotti Ann Lindström li Wezareta Çandê li pirsên Public Service dinêre. Ew dibêje ji ber di weşanên erdê de hejmara frekansan sînorkiriye, lewra divê naverok rê bide nêrînên cuda û ew piralî be. Bes ji bo weşanên ser înternetê sînorkirineke bi vî rengî nîne û lewra qanûn jî ji bo vê derbas nabe. Û Lindström dibêje pir zehmet e mirov qanûnekê ji bo vêya deyne bê ku li hemberî xala rêzlêgirtina xweîfadekirina azad derkeve.

Û li ser pirsa bê gotûbêjek ji bo guhertina qanûnê heye yan na Lotti Ann Lindström dibêje, nexêr nîqaşeke bi vî rengî nîne.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".