Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

"Hucreyên razayî" yên Daîşê li Swêdê jî hene"

Hat weşandin måndag 17 november 2014 kl 14.18

Li seranserê Ewrûpayê ”hucreyên razayî” yên girêdayî Dewleta Îslamî, Daîş, hene ku li benda talîmatan in çalakî li dar bixin. Vê yekê mirovek ku ji rêxistinê veqetîya ye, li Tirkiyê ji radyoya Norvecî NRK re dibêje.

Bi ya vî zilamî her weha temsîlkarên Daîşê li Swêdê jî hene. Zilam ji NRK re dibêje hevalek wî ji alîyê Daîşîyên ji Swêdê ve hatîye tehdîtkirin.

Ew kesên di hucreyên terorê de cîh digirin ne hewceye li herêmên şer yên li Îraq û Sûrîyê mabin. Ji bo Daîşê avantaja herî mezin ew e ku van mirovan hemwelatîyê ewrûpî bin.

Rêxistina îstîxbarata norvecî PST jî di wê bawerîyê de ye ku li Norvecê hîn kes hene ku sebeb heye çavdêrîya wan bê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".