Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdîyên deyndar dê nikaribin li hember krîzekê xwe rabigirin

Hat weşandin tisdag 18 november 2014 kl 14.25

Şefê bankeya navendî Stefan Ingves wan tedbîrên ji bo kêmkirina deynên swêdîyan têra xwe xurt nabîne.

Ingves dibêje dê deynê xanîyan yên wan malbatên swêdî ji ber faîza nizim bilindtir bibe û ew tedbîra ji çavdêrîya karûbarên darayî ya ferzkirina taksîda vegerandina deynan dê têr neke.

Stefan Ingves dema îro derket pêş komîsyona fînansê ya parlamentoyê got dê deynê swêdîyan salên pêş me zêdetir bibe.

Ji ber vê yekê ew daxwaz dike ku jêkêmkirina bacê ya faîzên deynên xanîyanîyan were kêm kirin.

Cîgirê şefê bankeya navendî Per Jansson jî got buhaya xanîyan di halî hazir de ji deynê xanîyan leztir bilind dibe û ev jî tê wê maneyê ku dê deynê xanîyan di dema pêş me de ji hatina malbatan ya ji maaş leztir zêde bibe.

Û bi ya wan heger krîzeke aborîyê li Swêdê bide dê gelek kesên xwedî xanî nikaribin xwe li hemberî wê rabigirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".