Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Alîkariya dersan a li malê radibe

Hat weşandin torsdag 20 november 2014 kl 14.06
Dibistana Gideå
Dibistana Gideå. Wêne: Lennart Sundwall/Radyoya Swêdê

Piraniya dayik û bavên ku ji zarokên xwe re alîkariya dersan girtine ew in ku pêwistiya zarokên wan bi alîkariyek taybet hebuye.

Bernameya Radyoya Swêdê, Ekot çuye cem Henrik Steen, pirsgirêka keça wî bi dersa matematîkê re hebû û gelek salan derfeta ku ew alîkariyê li dibistanê bigre nebûye. Herî dawî Henrik biryar da ku alîkariya taybet a matamatîkê ji bo keça xwe bigre û ew dilşad e.

Ekot bi rêya telefonê bi 15 şîrketên xizmeta alîkariya dersan didin re têkiliyê datîne. Tê dîtin ku piraniya van kesên ku ji alîkariya dersan, läxrut sûdê werdigrin, zarokên ku pêwistiya wan bi alîkariya taybet hene ye.

Eva Odencrantz Erikson vê şîrketa alîkariya ji bo dersên zarokan li malê li bajarê Leksandê birêve dibe, ev yek ji aliyê wê ve jî tê teyîd . Ew dibêje:

– Belê, hema hema hemû. Ez dikarim bêjim ku hema ji sedî 90ê wan ku nikarin alîkariya pêwiste ji dibistanê bigrin û divê li gor pêdiviya wan alîkarî were dayin in. Mirov mamosteyek û şagirtek tenê rûdine û dersê dike.

Li gor qanûna dibistanan divê her şagirtek bikaribe alîkariya jê re pêwiste be bigre ku li gor pêwist li dibistanê pêş bikeve. Lê dema mufetişiya Dibistanê çavdêriyê dike, dibistan herî zêde di warê alîkariya teybet dayînê tên rexnekirin.

Sala derbasbuyî 7 ji 10 dibistanên bingehîn ji aliyê dayina alîkariya taybet ve kêmasiyên wan hebûn.

Hukumetê pêşniyar kiriye ku ji serê salê û pê de ji bacê daxistina alîkariya taybet a li malan were rakrin.

 Wekî ku Ekot berê jî bahs kiribû wê ev biryar bibe sebeba ku gelek kes wekî berê ji alîkariya dersan a li malan sûdê wernegrin. Henrîk Steen yek ji wan kesan e ku wê êdî ji aliyê aborî ve derfeta wî tunebe ku vê alîkariyê bigre ye. Henrik Steen:

– Ji xwe berê jî buha bû. Yanê wekî ku ez kêfxweşim ku ez salê 18 hezar kron didim vê yekî serde jî ku ji ez gelek bacê didim..û li gor min divê mafê min ê vê yekê weke hemwelatiyekî ji xwe hebuya…

Argumena bingehîn a li hember alîkariya dersan a li malan eve ku ev yek nabe sebeba dibistanek hevnirx. Loma jî him Yekitiya Fedaresyonên Mamosteyan û him jî Komeleya Mamosteyan duxawazin ku alikariya dersan, läxrut were rakirin.

Johanna Jaara Åstrand, seroka Yekitiya Federasyonên Manosteyan dizane ku alîkariya dersan bi vî awayî hatiye bikaranîn, lê ew dibêje alîkariya şagirtan a taybet berpirsiyariya dibistanê bixwe ye. Ew weha dibêje:

– Pirsgrêka bikaranîna alîkariya dersan ewe ku tenê dê û bavên ku maeşên wan hene dikarin ji vê yekî sûd werbigrin, lê li Swêd gelek zarokên din jî hene ku pêdiviya wan bi alîkariya bi vî rengî heye û divê mafê wan zarokan jî di sîstema dibistanê de were garantî kirin.

Lê bav Henrîk Steen bawerî nayne ku alîkariya dersan li dibistanan were dayin ji bo keça wî çareseriyek başe û dibêje:

– Na, qet na, ka li gor berê çi hatiye guhertin? Ma herdem ji hemû dibistanan re şert bûye ku alîkariya hemû şagirtên pêwistiya wan bi alîkariyê heye bikin, lê heta ku tê bîra min û heta niha em di vê yekê de bi ser nekitine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".