Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Şefê nû yê polês ji karê mihacirîyê tê

Hat weşandin torsdag 20 november 2014 kl 15.50
Jessica Gow/TT
Dan Eliasson ji ber pêbawerîyî ji hikûmetê re spas dike. Wêne: Jessica Gow/TT.

Hikûmetê îro Dan Eliasson weke şefê gîştî yê nû yê polês wezîfedar kir, ku cihê yê berê Bengt Svensson bigire.

Dan Eliasson 53 salî ye û di beşa hiqûqê de tehsîla xwe daye. Sala 2011’an de ew bû midûrê gîştî yê Kasaya Sîgortayê. Berya wê jî midûrtîya gîştî ya Daîreya mihacirîyê ya gîştî kir. Karîyera xwe jî weke şewirmendê hikûmetê destpêkiribû.

Wezîrê hundir Anders Ygeman di peyamek de dibêje Dan Eliasson bi tecrûbeyên xwe yên fereh xwedî wan hêjayîyan e ku ji bin karê weke şefê gîştî yê polês rabe.

Dan Eliasson bi xwe dibêje ev wezîfa nû ewqas bêhempa ye ku ew nikarîbû jê re bibêje Na!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".