Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şerê kurd û Daişê di Facebook de

Hat weşandin fredag 21 november 2014 kl 16.38
Kurd û Daiş
(14 min)
Kurdistan, Daiş, kurd, Kobanî, Rojava, Şengal, Facebook, Twitter, medyayên civakî
Nêçîrvana alîgirên Daişê li ser Facebookê Jiyan Behrozy. Foto: Privat

Kurd ne tenê li Kobanî, Şengal û Germiyan bi Daişê re şer dikin. Meydaneke din ya vê têkoşînê  li ser medyayên civakî ye û şerê li vir gur e.

Şer û têkoşîna bi Daişê re îro ne tenê li kuçe û kolanên Kobanî, li çiyayê Şengalê û deşta Germiyan tê dayin. Û ev ceng ne tenê bi tang, top û keleleşkofan tê kirin.

Meydaneke girîng ya vê têkoşînê saet bi saet, deqe bi deqe di medyayên civakî yên înternetê Facebook, Twitter û Youtube de berdewam e. 

Li hêlekê bi sedan peyam, wêne û vîdyoyên bixwîn yên rêxistina Daişê, li hêla din daxuyanî, wêne û vîdyoyên gerîla û pêşmerge, bi taybetî şervanên jin yên devbiken.

Li aliyekî di bin navê ”Ellahû ekber”, serê du gotinan yek ”înşellah û maşellah” de çekdarên rihdirêj bi serbilindî behs dikin bê wan çend ”kafir û murtedîn” bi çi rengî kuştine û li aliyê din marş û helbestên berxwedan û xweragirtinê. Meydana vî şerê psîkolojîk yê bêrawestan medyayên civakî yên înternetî ne.

Medyayên civakî guhertineke mezin di ragihandinê de dikin. Carê ekseriyeta ragihandinê bi riya televîzyon, radyo û rojnameyan bû. Niha mirov dikare vî şêweyê ragihandinê weke ragihandina klasîk bi nav bike. Ji bo ku mirov xwe bigihîne raya giştî û nexasim ciwanan kanaleke ku bi qasî ragihandina klasîk muhîm dibe ragihandina bi riya medyayên civakî ye; di serî de Facebook, Twitter û Youtube.

Yanî mirov dikare bêje ku ragihandina modern di vê heyamê de ji du beşan pêk tê; kanalên klasîk mîna televîzyonê ku ji aliyê desthilatdaran ve pir caran dikarin werine astengkirin û medyayên civakî weke Facebookê ku pêşlêgirtina wêşanên wê zehmete. 

Rêxistina Daişê heta niha hêj nebûye xwedanê tu kanalên televîzyon û radyoyan ku li seranserê dinyayê bikaribin weşanê bikin. Lê hem weşandina di medyayên civakî de hêsan e, hem jî ew li seranserê cîhanê belav dibe. 

Gava mirov li Daişê dinêre cudahiyeke mezin ya wê bi piraniya rêxistinên din yên tûj û antîdemokratîk re ew e ku alîgirên Daişê li ser medyayên civakî pir çalak in, van kanalan baş bi kar tînin. Di sîstemên cuda de bi sedan hesabên cuda vedikin, propagandaya xwe di wan de dikin. Daxuyaniyeke wek nimûne bi erebî di nava çend saetan de bi çendîn zimanên din werdigerînin û belav dikin. 

Li gor rêxistinên îstixbaratê hejmara kesên ku ji Ewrûpa gihane Daişê bi hezaran e. Berya çend rojan sê ciwanên ku ji Swêdê tevî rêxistinê bûbûn di şerê li Kobanî de hatine kuştin. Û li gor pisporan beşek girîng ji van ciwanan bi riya grûp û civatên Facebookê têne dîtin û qayîlkirin. 

Xurtiya Daişê ya li ser medyayên civakî nayê wê wateyê ku kurd di van kanalan de bêkêr in. Nexêr, digel bi dehan televîzyon û medyaya xwe ya klasîk di medyayên civakî de jî beşdarî û liveke kurd ya bihêz tê dîtin.

Alex Perstar birêvebirê grûpa Facebookê ya bi navê Nivşê Kurd yê li Swêdê (Kurdiska Generationen i Sverige) ye. Piştî êrîşa Daişê ya ser Şengalê di destpêka tebaxê de wan ev grûp çêkirine û hejmara endamên wê halê hazir ser şeş hezar kes re ye. Piraniya van kurdên swêdê ne û zimanê danûstandinê bi taybetî swêdî ye.

Ji bo guhdarî û kontrola vê civatê Alex dibêje ew şeş kes mîna administrator, ango birêvebir dixebitin. Ji bo pejirandina endamên nû, kontrolkirina peyam, daxuyanî, wêne û vîdyoyên têne belav kirin di çarçoveya qaîdeyên Facebookê û rêziknameya grûpê de be rojê her yek ji wan bi saetan li ser Facebookê ye û ev kar bi dilxwazî tê kirin.

Îcar di navbera endamên grûpên kurd û yên bi taybetî cîhadîst de mirov rastî pevçûneke modern ya nûjen tê.

Ciwanên kurd yên li ser înternetê çalak grûpên neyarên xwe dişopînin û hewl didin pêşiya propagandaya wan bigrin, karê wan asteng bikin. Jiyan Behrozy ya ji rojhilatê Kurdistanê yek ji wan kesan e ku li ser medyayên civakî şerê Daişê dike. Bi deh-duwanzdeh hevalên xwe re heta niha wan derdorê 30 grûpên Facebookê yên nêzîkê rêxistinê dane girtin.

Ciwanên kurd grûpên alîgirên Daişê didine girtin. Bes ev şer jî ne yek alî ye. Di Facebookê de çendîn komên kurdan yên aktîv hene û ev kom jî dibine hedefa êrîşan. Alex Perstar dibêje bê ew çiqas karê xwe ji dil dikin xêrnexwaz jî bi heman rengî aktîv in û hewl didin karê wan sabotê bikin.

Heta niha grûpa Nivşê Kurd yê li Swêdê xwe ragirtiye û li ser Facebookê maye. Lê komeke ji vê mezintir û kevintir, ku mirov dikare mîna dayîka vê komê bi nav bike, Generation för Kurdistans Självständighet, ango Nifşê Serxwebûna Kurdistanê berya çend rojan ji nişkê ve hate girtin. Rêzan Baysal yek ji birêvebirên grûpê bû.

Gava grûpa ku Baysal birêvebirtiya wê dikir hate girtin hejmara endamên wan ser 9 000 re bû. Di nav kurdên Skandînavya de ew ya herî mezin û aktîv bû, rojê bi sedan nûçe, peyam û dengûbas tê de belav dibûn. Gelek mijar û gotûbêjên balkêş bi naverokên giranbiha dihatine weşandin.

Piştî ku grûpa ”Nifşê Serxwebûna Kurdistanê” hate daxistin Alex Perstar dibêje gefên li hemberî wan jî zêde bûne. 

Gef û tehdîtên li ser medyayên civakî carinan dikarin wergerine xeterên nêzîk jî. Nêçîrvana grûpên Daişê Jiyan Behrozy ku bi hevalên xwe re derdorê 30 grûpên dijber, yên alîgirên Daişê dane girtin dibêje ew bi xwe rasterast nebûye hedef, lê hevaleke ku pê re ev têkoşîn daye vêga bi nasnameyeke veşartî dijî.

Daxistina koma Nifşê Serxwebûna Serxwebûnê ji bo Alex Perstar bûye hişyarî û îşareteke ku divê ew bêhtir hay ji grûpa xwe hebin û ew dibêje ji bo ku grûpa wan neyê girtin wan tendbîrên cihêreng girtine, weke nimûne wan şertên endametiyê jidandine.

Heçî grûpa dayik ya ku hatibû girtin ” Nifşê Serxwebûna Kurdistanê” ye ew ji nû ve hatiye vekirin. Lê hejmara endamên grûpê bi berê re muqayese heta niha pir kêm e û naveroka gotûbêjan negihane asta berê.

Belê, pevçûn û têkoşîna kurdan bi Daişê re derbasî qadên nû bûye. Meydaneke sincirî ya vê têkoşînê medyayên civakî ne. Û di vê bernameyê de me giranî da vê têkoşîna li ser grûpên Facebookê.

Grûpek diçe yeke nû tê, lê belavkirina peyam, vîdyo û nûçeyan, naverok çi dibe bila bibe jî riyekê ji xwe re dibîne.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".