Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
SÄPO

"Dibe ku 300 swêdî bi Daişê re bin"

Hat weşandin måndag 24 november 2014 kl 12.36
Säpo hejmara swêdiyên Daişî eşkere dike
(5:38 min)
Isisflaggor och siluetten av en man vid en dator. Illustration/foto: Nick Näslund/Sveriges Radio
Daiş piranî ji ser înternetê alîgiran peyda dike. Foto/illustration: Nick Näslund/Sveriges Radio

Hejmara kesên ku ji Swêdê roj bi roj zêde dibe. Li gor şefê polîsê îstixbarata Swêdê dibe ku 300 şervanên Daişê yên Swêdî hebin.

Ji bo pêşlêgirtina kesên ku ji Swêdê digihine Daişê gotûbêj berdewam dikin. Koordînatora neteweyî Mona Sahlin daxwaza qanûn were jidandin û xebata li hemberî çûnan were berfirehkirin.

Şefê polîsê îstixbarata Swêdê Säpo Anders Thornberg jî roja şemiyê eşkere kir ku hejmara kesên ji Swêdê gihane Daişê dikare 250-300 kes jî be.

Hejmara kesên ku ji Swêdê diçine Sûrî-Îraqê û digihine Daişê roj bi roj zêde dibe. Serokê Säpo dibêje:

--Berya heftiyeke ji min re gotin em piştrast in ku 92 kes çûne. Duh (ango îna derbasbûyî) ev hejmar gihabû 100. Ev yên ku em ji %100 dizanin ku di nav Daişê de şer dikin. Ji bilî van 150-200 kesên din hene ku çûne wira, lê em eshî nizanin bê ew ji bo çi çûne. Divê gava ew vegerin çavê me li ser wan be, em wan bişopînin da ku bizanibin bê ew bi çi neytê çûne. Herwiha ji xeyrî wan kesên ku diçin hin alîgirên wan jî li Swêdê hene ku xeter in û divê em hay ji wan hebin.

Daiş rêxistina islamî ya tûj li Sûrî û Îraqê ye. Lê rêxistinên bi heman fikrî mîna destûbirakên wê di bin navên cuda de li gelek hêlên cîhanê hene. Li Nigeria Boko Haram ya nêzîkî heman fikrî vê dawiyê gelek êrîş li dar xistine û li Somaliya rêxitineke bi heman rengî ya bi navê Al Shabab heye. Muhammed Artan di 16 saliya xwe de ji Swêdê çûbû tevlî Al Shabab bûbû.

– Tişta wê demê ji bo min balkêş û ku ez pê qanî bûm baweriya xurt ya dînî bû, nexasim ew kehanetên di dîn de ku behsa wê tê kirin, ango ku dibêje erka her misilmanî ye li cîyê lê desthilatdariyeke islamî ava bike. 

Bi mebesta pêşlêgirtina ciwanên ku digihine rêxistinên tûj bi giştî hikûmetê seroka Sosyaldemokratan ya berê Mona Sahlin mîna koordînatora neteweyî wezîfedar kiriye. Sahlin dibêje ji bo malbata ku ciwan jê diçin û civaka misilman ev malxerabûneke.

– Ev yek pir xemgînî, gunehkarî, şermkirin û tirsê bi xwe re tîne. Misilman bi giştî weke grûp bi gelek aliyan mexdûrd dibin. Ew dibina hedefa Daişê û xetera ku bibine mexdûrên îslamofobiyê heye.

Mona Sahlin dibêje gereke qanûna Swêdê were jidandin û çûna nav rêxistinên terorê were qedexekirin, lê bi baweriya wê pirsgirêkeke bingehîn ew e ku baweriya gelek ji van ciwanan, nas û ehlên wan bi civatê û meqamên resmî nîne yan jî nizanin wê berê xwe bidine kîjan meqamî. Lewra ew dibêje li her devereke ku tevgera rêxistinên tûj heye gereke xebatên pêşlêgirtinê werine xurt kirin.

– Ez dixwazim alîkariya ji bo xizman hebe da ku dema pêwist bû ehl bizanibin serî li kû bidin. Ez dixwazim xebateke neteweyî ji bo wan kesên ku ji van rêxistinan vediqetin hebe, da alîkariyê bide wan kesên dixwazin cuda bibin.

Muhammed Artan yê ku ji Al Shabab veqetiyaye dibêje gava ew giha rêxistinê ew bi baweriyeke îslamî gihayê, lê piştî ku dîtiye ew şîdetê bi kar tînin dev ji wan berdaye.

Şefê Säpo Anders Thornberg radigihîne ku beşek girîng ji peydakirin û qayilkirina xelkê li ser înternetê, medyayên civakî wek nimûne Facebookê tê kirin. Wek din di hin komele û mizgeftên bi dizî de Daiş zilaman ji xwe re dibîne. Ew dibêje bi rêbaz û şêweyên cuda ew van kesan dişopînin, kontroleke wan ya baş li ser wan heye. Hem berya biçin hem jî di vegerê de ew bi geleka ji wan re diaxivin lê astengkirina tehdîtan bi temamî nemimkune.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".