Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaxwaz pareyê 20 sal berê werdigirin

Hat weşandin tisdag 25 november 2014 kl 13.50

Xerca rojane ya penaxwazan ev 20 sal in nehatîye zêdekirin, tevî ku Daîreya mihacirîyê ya gîştî û rêxistinên dilxwaz ji hikûmetê lavayê vê yekê kirine.

 

Bi vî re asta alîkarîya aborî ya ji bo penaxwazan ev 20 sal in her wekî xwe maye.

Penaxwazek salmezin yê bi serê xwe tenê dijî, dikare hêrî zêde rojê 71 kron ji Daîreya mihacirîyê wergire.

Lê heger serîlêdana mirov hatibe redkirin û li benda sînorderkirinê yî, wê demê xerca rojane dikare dakeve rojane 40 kronî.

Ev xerc ji wê alîkarîya aborî ya ku şaredarî didin gelekî nizimtir e.

Alîkarîya sosyalê ya ji şaredarîyê ji bo salmezinan rojane derdora 100 kronî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".