Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Qanûn jî nikare me biparêze

Hat weşandin onsdag 26 november 2014 kl 10.14
Wêne: Fredrik Sandberg/TT
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Di qanûnê de kêmasiyek heye ku rê dide daîrêyên fermî nikarin ji şîrketên biyanîre bibêjin na dema ew di derbarê swêdiyande agahiyan duxwazin.

Di dozeke dadgeha bilind de biryar hat dayin ku şîrketên Norvejî dikarin di derbarê hemû emşîreyên Swêdê de ji Midûriyeta giştî ya kar û barî civakî agahiyan bigrin.

Midûriyeta giştî ya kar û barê civakî berê got na, ji ber ku qanûna  parastina mafê kesan binpê neke. Lê li gor ku qanûn hatiye nivîsîn mafê Swêdê tune ku ji şîrketên biyanîre bêje na ji ber ku qanûna parastina mafê şexsan li derveyê Swêdê derbas nabe.

Li gor Dennis Töllborg, profesorê hihûqnas ev doza tê wateya ku edî ji şîrketên biyanîre rê vedibe ku bi kêfa xwe di derbarê kesan de ji Swêdê agahiyan bixwazin. Di di heman demê de jî şîrketên Swêdî jî dikarin li derveyî welêt şîrketan vekin ji bo di derbarê kesan de ji Swêd agahiyan bigrin. Dennis Töllberg dibêje.

- Ev valahiyek felakete di qanûnê de. Ev yek dikare tesîrê li hemû lîsteyên navan ên dïreyên fermî yên dewletê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".