Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Narkotîkayek nû ya kûjer di nav ciwanan de belav dibe

Hat weşandin torsdag 27 november 2014 kl 12.30
Leif R Jansson/TT
Madeya narkotîkî PV8. Wêne: Leif R Jansson/TT.

Madeyeke nû ya narkotîkayê ya zerarek mezin daye ciwanan niha li bakûrê Swêdê belav dibe.

Doktor û hemşîreyên beşa neçêbikaranîna narkotîkayê li nexweşaneyek li bakûrê Swêdê zengilê alarmê lê didin, bi ya kanala P4 Västernorrland ya Radyoya Swêdê. 

Narkotîkaya ku jê re dibêjin PV8 van demên dawî hindik ma bû bibe sebeba mirina çend ciwanan.

Madeya PV8 ya wekî ekstasî ye, li ser înternetê bi awayeke vekirî û qanûnî tê firotin.

Dema vê maddeyê bi derzîyê li xwe didî, çermê mirov yê li cihê derîzyê dimire. Li cem kesên PV8 bikar tînin enfeksîyon û werimandinên mezin rû didin. Nebz û tansîyon dadikeve sînorê ku ji bo jîyana mirov talûke ye.

Daîreya tendrûstîya gelî amadekarîyan dike ku PV8 weke maddeyek narkotîkî îlan bike û qedexe bike.

Lê pispor dibêjin dê ev tedbîrek têra xwe xurt nebe… ji ber ku kesên van madeyan difiroşin, bi guhertinên biçûk heman madde bi navekî nû, weke mînak PV9, careke din dixin nav bazarê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".