Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Çekên Swêdê diçine ji Kurdistanê re?

Hat weşandin torsdag 27 november 2014 kl 18.05
Sîlehên Swêdê li dijî Daişê
(3:43 min)
granatgeväret Carl Gustaf. Foto: Fredrik Persson/Scanpix
Bombeavêja bi navê Carl Gustaf. Foto: Fredrik Persson/Scanpix

Amerîka li hemberî Daişê dixwaze çekên antîtank yên Swêdê bide artêşa Îraqê û hêzên kurd, lê divê Swêd destûrê bide.

Di belgeyeke Wezareta Parastina Amerîka Pentagon de tê nivîsandin ku Amerîka dê hêza xwe ya çekdarî ya li hemberî Daişê li Îraqê xurttir bike. Di vê çarçoveyê de  Pentagon pilan dike ku 1278 bombeavêjên swêdî yên bi navê M3 Carl Gustav bişîne ji artêşa Îraqê re. Amerîka herwiha dixwaze 426 ji van sîlehên swêdî jî bide hêzên kurd. 

Bombeavêja Carl Gustav ku sîleheke li hemberî tangan tê bi kar anîn  ji aliyê Amerîka ve tê ecibandin. Îsal tebaxê SAAB ku van sîlehan çêdike diyar kir ku Amerîkahejmareke mezin ji van sîlehan xwestiye. 

Qanûnên Swêdê yên îxracata çekan tund in. Normal çênabe Swêd çekan bifiroşe dewletên di nav şer de û dewleteke din jî eger çekên Swêdê di şer de bi kar bîne divê destûrê ji Swêdê bixwaze. Yanî herçend hêj nayê zanîn bê Amerîka van çekan wê ji nû ve sîparîş bike yan ev çekên ku berê kirîne wê bişîne, lê çawa jî be li gor peymanan wisa xuya ye ku gereke Amerîka destûrê ji Swêdê wergire. 

Christer Ahlström ji Berhemên Stratejîk (Inspektionen för strategiska produkter - ISP) ku tesdîqkirin û pejirandina şandina çekan di destê wê de ye ji nûçeyên TV4 re dibêje daxwazeke wiha ji Amerîka ji wan re nehatiye. 

– Divê Swêd destûrê bide û weke hemû îxracatên din li vêya jî divê were nêrîn; nirxandinên tevahî yên sîyaseta derve, ewlekarî û parastinê werine kirin û niha nayê zanîn bê çi biryar dê were dayin. Bingehê îxracata Swêdê ew e ku berjewendiyeke sîyaseta ewlekarî û parastinê hebe û ew ne li hemberî sîyaseta derve ya Swêdê be. 

Lê Anna Ek ji komeleya aştîxwaz, Svenska Freds dibêje balkêşe ku Amerîka yan mîna ku destûr standiye yan jî wê destûrê garantî bistîne bistîne tev digere. 

Ji bilî qanûnên tund yên Swêdê derbarê îxracata çekan ya ji bo dewletên di nav şer de xetereke din ku rêxistina Svenska Freds destnîşan dike ew e ku ev sîleh dikarin bikevine destê Daişê de. Seroka rêxistinê Anna Ek dibêje:

– Gava Daiş kete Îraqê de beşek ji artêşa Îraqê ji hev belav bû. Ez ê şaş nemîninm eger piştî demekê ez çekên swêdî Carl Gustav di destên Daişiyan de bibînim. 

Derbarê şandina çekan bo Îraq û başûrê Kurdistanê sefîrê Îraqê yê li Swêdê dibêje heta niha tiştekî resmî ji wan re nehatiye û lewra ew nikarin tu daxuyaniyan bidin. 

Keseke din ku naxwaze tu daxuyaniyên berfireh bide Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström e. Ew dibêje:

– Heta ku ez nebînim bê mesele çî ye ez ê tu şîroveyê nekim. Di heman demê de ji bo tiştên wiha pêvajoyek, biryargehek û enstîtu hene ku li pirsên wiha dinêrin. Ev jî wê bi heman rengî be.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".