Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet bê hesab pare belav dike

Hat weşandin torsdag 27 november 2014 kl 14.11
TT
Wezareta karê derve 12 ji wan 30 milyaran belav dike. Wêne: TT.

Çavdêrîya hesabdarîyê ya gîştî (Riksrevisionen) careke din hikûmetê ji ber belavkirina alîkarîya aborî ya derveyê welat rexne kir û got mirov nikare kontrol bike ka çima rêxistinekê dikare pare wergire.

Her weha mirov nikare kontrol bike ka gelo van pareyên ku rêxistinan wergirtine encamek daye an na.

Hesabdarê gîştî Claes Norgren dibêje mirov nikare di zincîra berpirsîyarîyan de bişopîne ka wan pareyên hatine dayîn encama dihat xwestin daye an na.

Butçeya alîkarîya derveyê welat sala çûyî 30 milyar kron bû.

Di raporek meha îlonê de çavdêrîya hesabdarîyê wê beşa ku rêxistina SIDAyê belav dike rexne kir

Û di rapora dawî de jî ew beşa ji 12 milyar kronî ya ku Wezareta karê derve ya Swêdê ji belavkirina wê berpirsîyar e tê rexnekirin.

Ji vê beşê, pare diçe ji rêxistinên navnetewî yên wekî Bankeya Cîhanî yan jî organa alîkarîya penaberan ya Neteweyên Yekgirtî.

Hikûmet û wezareta karê derve têne rexnekirin, ji ber ku biryarên paredayînê gelek caran ji alîyê karmendên takekes ve têne dayîn û pare bi rêya proseseke ne fermî û bêyî belge û taqîbatek rêkûpêk tên parve kirin. Xebateke bi vî rengî rê nade ku mirov bibîne ka li ser kîjan bingehî pare têne dayîn û ka gelo encam û pêşkeftinek bi xwe re tîne an na.

Clas Norgren dibêje tewsîya me ew e ku biryara belavkirina vê alîkarîya aborî ji alîyê hikûmetê ve bê dayîn. Bi vî re hikûmet derfetên başyên ji bo çavdêrî, kontroll û taqîbkirinê çê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".