Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qezenca ji sektora refahê tê sînorkirin

Hat weşandin fredag 28 november 2014 kl 11.12
Lasse Nilsson / Sveriges Radio
Pirsa qezenca ji lênêrîn û dibistanan yek ji mijarên sereke yên hilbijartinë bûn. Wêne: Lasse Nilsson/Sveriges Radio.

Hikûmet şertên li ser wan kesên dixwazin bi şîrketên prîvat di nav sektora refahê de kar bikin tund dike.

Pêşnîyaznameyeke qanûnê ku niha tê amadekirin hewl dide xebata komeleyeyên dilxwaz yên di vê sektorê de xurttir bike.

Her weha derfeta hildana qezencê ji rêvebirina nexweşxane, lênêrîn û dibistanan jî dê were sînorkirin.

Li gorî wê lihevkirina bi Partîya Çep re, dê hikûmet lêkolînek bike ji bo binêre ka di dema îhaleyan de gelo mimkûn e mirov wan şîrket û aktorên ji bo bac nedin xwe li bûhiştên bacê qeyd kirin e, li derve bihêle.

Her weha dê li ser şîrketan bê ferzkirin ku îspat bikin nîyeta wan a karkirina di sektora refahê de ne ew e ku qezenc ji heyînên fermî bidest bînin.

Dîrektîfa lêkolîna yekem ya qezenca di sektora refahê de dê di meha çile de amade be pêşnîyazên yekem dê werine formulekirin.

Fikreke bingehîn ew e ku rê bidin rêxistinên dilxwaz yên wekî malên parastina jinan, Xaça Sor yan jî weqfên olî yên wekî Stadsmissionen ku di bin mercên baştir de di sektora refahê de kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".