Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Salih Muslim li Swêdê ye

Hat weşandin fredag 28 november 2014 kl 13.15
Daniel Riazat
Salih Muslim(PYD) û Jonas Sjöstedt(V). Wêne: Daniel Riazat.

Serokê Partîya Yekîtîya Demokratîk, PYD, Salih Muslim ji bo danûstendinên dîplomatîk li Swêdê ye û hevdïtina xwe ya yekem ya îro bi serokê Partîya Çep Jonas Sjöstedt re pêk anî.

Daniel Riazat ku berpirsê rêxistina ciwanên çep li Dalarnayê ye û di hevdîtina Muslim û Sjöstedt de cîh girt got her dû serokan li ser rewşa dawî ya li Rojava axivîne û ka ji Swêdê mirov dikare destekek çawa bide. Riazat dibêje di civîna îro de dîyar bû ku di pirsa sosyalizm, femînîzm û rûmeta însan de PYD û Partîya Çep heman nirxan diparêzin.

Duh jî li meclîsa swêdî Salih Muslim bi parlamenterên kurd Aminah Kakabaveh, Shadiye Haydari, Lawen Redar, Jabar Amin û Serkan Köse re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê ji Partîya Lîberal Fredrik Malm û ji Partîya Kesk Anders Schröder jî beşdar bûn.

Salih Muslim hevdîtinên xwe yên bi hêzên sîyasî yên swêdî re didomîne û îro pişt nîvro jî li navenda Stockholmê civîneke çapemenîyê li dar dixe. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".