Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Ciyê jina li mizgeftan tune

Hat weşandin fredag 28 november 2014 kl 13.58
Nimêja înê li mizgefta Medborgarplatsen. Anders Wiklund / SCANPIX
Nimêja înê li mizgefta Medborgarplatsen. Anders Wiklund / SCANPIX

“Mafê her jinekî bi qasî yê mêrekê li mizgeftê heye. Em bi hev re diçin wir ji bo nêzîkî xweda bibin û zêdetir di derbarê îslamiyetê de tiştan fêrbin. Le dema dawiyê ji ber nerîna mizgeftê ya li mafe jinan gelek hêsirên çavan rijiyane.” Ev yek di nivîsa Cherîn Awad de ku di çapameniya Swêdê de belv buye de hatiye nivîsin.

Awad vê yekî ji ber bê çaretiya xwe dinivîsîne pistî ku gelek caran hewl daye bi rêveberiya mizgefta Uppsalyê re ku ew li wir perwerdeyê dide di derbarê pisrgirêkekê de niqaşan bimeşîne.

Nakokiya di navbera wan de li ser wê ye ku Cherîn Awad duxwaze odeyekê ji bo pewerdeya jinan bikarbîne. Lê ji bo ku ew bikaribin biçin vê odeyê dive jin di odeyek ku mêr lê ne re derbas bibin. Ji bo vê jî rêvebrî dibêje na.

Vê nivîsê rê li ber niqaşên pir tûj di medyayên civakî de vekir û mijar tenê bi pirsgirêka Uppsalayê bi sînor nema û bi giştî ciyê jinan a di civaka îslamî de û li gelek mizgeftan ket rojevê, wek mafên bikaranîna lokalan di mizgeftan de. Lê mafê cihgirtina jinan a di reveberiyê de jî ku gelek girîng e.

Bernameya P1 a Radyoya Swêdê a bi nave Mirov û Bawerî bernameyek li ser ciyê jinê a di mizgeftan û van niqaşên din de çêkir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".